Saman Nesîm bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî!

16:03 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Saman Nesîm û Yûnês Aqayan, du zindaniyên Kurd ên siyasî (yên mehkûm bi darvekirinê), piştî 5 meh aqûbetek nediyar, bi malbatên xwe re hevdîtin pêkanîn.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, malbata Saman Nesîm û Yûnês Aqayan tevî piştraskirina hevdîtin li gel wan du girtiyên siyasî, ragihandin ku pişt 145 roj çarenivîseke nediyar a wan du zindaniyên siyasî, em li Zencanê bi awayekî rasterast bi mirovên xwe yên zindanî re bi telefonê peyîvîne.

Bi gotina parêzer û malbata Sama Nesîm, duh 13`ê tîrmehê navborî bi rêya telefonê bi malbata xwe re ragihandiye ku ew li halê hazir ji hukmê darvekirinê rizgar bûye.

Tevî belavbûna raport û nûçeyên nakok wê derbareyê de, parêzer û malbata wan girtiyê siyasî yê Kurd ragihandine ku ew niha li zindana navendî ya Zencanê dimînin. Bi malbata wan du girtiyan jî soz hatiye dayîn ku piştî cejna Remerazanê ew zindaniyên wan dê bi zindana navendî ya Urmiyeya rojhilatê kurdistanê bên veguhestin.

Saman Nesîm xelkê Merîwana rojhilatê Kurdistanê ye. Ew beriya niha bi 4 salan di pevçûnekî ligel hêzên Sipaha Pasdaran li sînorê Serdeşta rojhilatê Kurdistanê, hatibû binçavkirin û tometa endambûn li partiyeke opozisyona hikûmeta Îranê û hember Xwedê derketin(muharibe), bi wî hatibû dayîn.

Piştre du mehan li odeyên takekesî yên navendên ewlekarî li Urmiyeyê eşkencetyên giran lê hatibûn kirin û di dawiyê de ew bi zindana bajarê Mahabadê hatibû veguhestin.

Li aliyê din hîna tu agahiyek li dosyeya zindaniyê siyasî yê Kurd; Yunês Aqayan bi dest nekevtiye.

Hêjayî gotinê ye, ew nûçeyên derbareya wan girtiyên siyasî de tên weşandin, bi awayekî gumanbar wek planeke hikûmeta îslamiya Îranê tê texmînkirin; jiber ku dixwazin bi wî awayî rastiyan bidin windakirin.

Bo mînak; Birayê saman nesîm Beriya niha bi çend mehan di hevpeywînekî li gel tora Medyayî a Rûdawî, wisa dida xuyandin ku ew bi girtina birayê xwe ji aliyê hikûmeta Îranê ve xweşbîn e; heta bi şûna birayê xwe siyasî bide nasandin, ew wek zarokekî şivan binavdikir ku ji aliyê partiyeke opozisyon a Îranê ve, hatibe xapandin û tevlî wan bibe dida nas kirin.

Beriya niha bi çend rojan du girtiyên din yên siyasî ku hevdem ligel Saman Nesîn hatibû girtin, hukmê darvekirina wan hat cî bi cî kirin. Ya balkêşe eva ye ku beriya darvekirinê, pereyê werîsê daliqandinê û devşirînkirina birêveberên wî hukmî ji, bi zorê ji malbata wan hatibû standin.(Ew siyaseta qirêj bo hemû kesên li Îranê tên daliqandin birê ve diçe)

Hebîb û Elî Efşarî nasnameya wan du girtiyên daliqandî ye ku birayê hev û du bûn.

Pêwîste bê gotin, belgenameya daliqandina wan du zindaniyên navborî pêşkêşî malbata wan hatiye kirin, lê hîna jî cenaze radestî wan nekirine.