Mehabad; Zêdetirî 20 roj li binçavkirina bereday û bê agahî li çarenivîsa Siyaweş Ezîzî Eqidem

16:12 - 14 Gulan 2026

23ê Banemera 1405an a Rojî piştî derbasbûna zêdetir ji 20 rojan li ser binçavkirina bêhiqûqî ya welatiyê Kurd ê xelkê Mehabadê “Siyaweş Ezîzî Eqidem” heya niha jî ti agahî li derhheq çarenivîs û cihê ragirtina wî de nînin. Di vê heyamê de ev welatiyê hanê ji mafê hebûna parêzer, hevdîtina bi malbatê re û heta telefonkirina bo malbata xwe jî bêpar hatiye hiştin.

Di dema piştrastkirina vê nûçeyê de, çavkaniyeke agehdar got; “Siyaveş Ezîzî Eqidem” di destpêka meha Banemera sala 1405’an de bê belgeya dadwerî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û ew birin e cihekî ne diyar. Tevî şopandina gelek caran û rojane ya malbata wî ji dezgehên ewlekarî û dadwerî, berpirsên pêwendîdar ti bersiveke zelal li derheq rewş û çarenivîsa wî de nedane.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: bêparkirina ji mafên sereke û nezanîna tam ji rewşa vî welatiyê hanê, pêleke nîgeranî û fikarek micid di nav xizmên wî de li ser tendirustiya laşî û ewlehiya canê wî çêkiriye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetbarkirina vî welatiyê Kurd de tine û saziyên ewlehiyê jî di vê derheqê de bêdeng mane. Lê belê xizmên Ezîzî Eqidem tekez dikin ku binçavkirina wî tenê di çarçoveya pêla berfireh a binçavkirina bereday ya welatiyan de ye û ew hemû tohmetên li dijî wî red dikin.