Mehabad; Ciwanê 17 salî Mikaîl Dûdkanlû Mîlan û Êhsan Xuremabad bi awayeke bereday hatin binçavkirin

16:13 - 14 Gulan 2026

Sibeha roja Sêşemî 22’ê Banemera 1405’an a Rojî, du welatiyên Kurd ên xelkê Mehabadê bi navên “Mikaîl Dûdkanlû Mîlan û Êhsan Xuremabad ” temen 17 salî, bi awayeke bereday ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar hatin veguhestin.

Çavkaniyeke haydar bi piştrastkirina vê nûçeyê ji Kurdpa re ragihand: Sibeha roja Sêşemî 22`ê Banemera 1405`an a Rojî, demjmêr 3 û 5`ê serê sibê, du welatiyên Kurd xelkê gundê “Kosekehrêz” yên bi navên “Mîkaîl naskirî bi(Şoreş) Dûdkanlû Mîlan” temen 40 salî û zewicî, û “Êhsan Xuremabad” û temen 17 salî bi bê belgeya dadweriyê ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatin binçavkirin..

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyarî li derheq sebebên binçavkirina van welatiyên Kurd tine û hêzên ewlekarî jî di vê derheqê de ti agahiyek nedane. Her wiha xizmên wan ji cihê veguhestin û rewşa binçavkirina van her du welatiyan ti agahî nînin.