Kirmaşan; Cezayê îdamkirina girtiyekî Kurd ê bi navê "Mihemed Teqî Şahweysî" Kirmaşanê hat bicihanîn

01:44 - 10 Gulan 2026

Sibeha roja Çarşemê, 16ê Banemera 1405an a Rojî, li Girtîgeha Navendî ya Kirmaşanê cezayê îdamkirina girtiyekî Kurd ê bi navê "Mihemed Teqî Şahweysî" yê xelkê gundê "Gazne" a ser bi navçeya Selasa Bawecanî û rûniştiyê Ciwanroyê hat bicihanîn.

Li gorî çavkaniyek agahdar, par, ev welatiyê han di şerekî de bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû binçavkirin û paşê ji aliyê dezgeha dadweriya Komara Îslamî ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn.

Mihemed Teqî Şahweysî zewicî ye û çar zarokên wî hene.

Heta niha, nûçeya îdamkirina vî girtiyê han ji aliyê rayedarên fermî an jî medyaya navxweyî ya Îranê ve nehatiye ragihandin.