Seqiz; Peyman Rehmanpûr, xortekî Kurd, bi sebeba teqîna mînekê canê xwe jidest da

01:46 - 10 Gulan 2026

Roja Pêncşemê, 17 Banemera 1405an a Rojî, xortekî Kurd bi navê "Peyman Rehmanpûr", temen 21 salî, xelkê gundê "Xorxore" yê ser bi bajarê Seqizê, bi sebeba teqîna mîneke bi cih may yê serdema şer canê xwe jidest da.

Ev welatî li bilindahiyên derdora gundê "Xorxore" ji ber teqîna mînekê jiyana xwe ji dest da û terimê wî ji bo bijîşkiya dadwerî ya Seqizê hat veguhastin.

Li gorî amarên ku li Navenda Îstatîstîkê ya Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdpa hatine tomar kirin, ji sala 1391an a Rojî heta 1404an a Rojî, bi tevahî 482 sivîl di bûyerên teqîna mîn û cebilxaneyan de li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin.