Salvegera darvekirina Şêx Seîdê Pîran

16:51 - 29 Hezîran 2013
Unknown Author
Eskender Ceiferî

88 salan beriya niha, \"Şêx Seîdê Pîran\" û hevalên wî bi biryara dadgeha Turkiya hatin daleqandin daku şoreşa wan bi dawî bê, lê heta niha jî evîndarên rêya wan, xebatê berdewam dikin. Serhildana Şêx Seîdê ku yek ji mezintirîn serhildanên Kurdan li dijî dagirkerên Kurdistanê di sedsala 20\'an de tê zanîn, li gundê Pîranê yê devera Egîl ya herêma Genc li Erxaniyê, dest pê kir. Roja 13\'ê sibata sala 1925\'an bû ku gel derketina dengê çekan li gundê Pîranê, serhildaneke mezin ya Kurdan dest pê kir daku Kurd li dijî dagirkeran serî hildin û ji ax û siyaseta xwe re xwedî derkevin.

Cendirmeyên Turk, derbasî gundê Pîran bûn û navên 10 gundiyan dan mezinên gund û derfet jê re danîn heta bên teslîmkirin. Gundiyan ew yek nepejirand û li dijî wan derketin holê. Her çend ku ew, wekî yekemîn serhildana eşkere ya wî gundî tê zanîn, lê lêkol di vê baweriyê de ne beriya wê bûyerê, serhildanê dest pê kiribû lê hêj serhildan bi awayekî fermî nebû û gundiyan bi awayekî veşartî, xwe li dijî hikûmetê rêk dixistin û navên wan 10 kesan, wekî rêkxerên serhildanê tê zanîn ku bû sedema vê ku şoreş jî eşkere bibe.

Şer li gundê Pîranê derket û gundiyan li dijî cendirmeyan berixwe dan û hazir nebûn wan 10 kesan radestî hêzên hikûmî bikin. Piştî ku yekemîn çirûska şer di navbera her du aliyan de derket, hêzên Şêx Seîdê Pîran heta heyama 3 heftiyan, serwerî û serdestiya xwe li deverê ragirtin.

Piştî wê jî şervanên Şêx, karîn derbasî devera Darahênê bibin û di encam de roja 17\'ê sibatê jî karîn walî û rayedarên bajarê Gencê binçav bikin. Şer berdewam dikir û şervanên Pîran jî hazir nebûn, wan 10 kesan radestî cendirmeyan bikin û her roj jî, cendirmeyan ji wan re bersiv dişand ku ew, bi wî karê xwe, sûçdar dibin û yê bikevine hemberî yasayê.

Şêx Seîdê û şervanên wî karîn di demeke kêm de tevahiya deverên Genc, Meden, Sêwereg û Erxaniyê bixin bin kuntrola xwe de û ber bi Amedê ve bi rê bikevin. Ji xwe xuya bû ku xwestekên wan yên sereke jî, ne xwestekên eşîretî û ne jî xwestekên tenê olî bûn, lê serhildana Şêx Seîdê Pîran, weke yek ji mezintirîn serhildanên millî mezhebî an ku netewî olî tê zanîn.

Dem derbas dibû û şer berdewam dikir û Şêx Seîdê karî di rêya Amedê de, çendîn gund û deverên din jî kuntrol bike. Serhildan ber bi Mûşê ve çûbû ku bigihêje Amedê û roj lipey roj jî destihlata Şêxê Pîran, berfirehtir dibû.

Piştî heyameke kêm jî, roja 21\'ê sibatê, hikûmetê li bajarên Kurdistanê rewşa awarte ragihand. Hêdî hêdî, bajarên Kurdan mîlîtarîze dibûn daku serhildan bê rawestandin û hkûmet bikaribe li dijî Şêx, serkeftî bibe, lê serokatoya şoreşa Kurdan, ragihand ku ewê berdewam bin di şerê xwe de li dijî hikûmetê û bi wê yekê jî Kurdan, karî di roja 23\'ê sibatê de yekîneyên artêşê bo Amedê neçar bi vekêşanê bikin.

24\'ê sibatê hat û Elezîz jî kete destên Kurdan de û rewşa siyasya Enqere jî tevlîhev dibû û di encam de jî \"Mistefa Kemal\", xwest, \"Fethî Ukyar\" serokwezîrê Turkiya dest ji karê xwe berde. Piştre (Ismet Paşa) bû serokwezîr û di dawiya meha Adarê de, qanûna rewşa awarte bo hikûmetê, ji aliyê parelman ve hat pejirandin. Ji 7 heta 26\'ê Adarê şereke giran li derdora Amedê çê bû lê serdestiya deverê hêdî hêdî diket destên yekîneyên artêşê de.

Di navîna meha Nîsanê de, Şêx Seîdê Pîran û yek ji pêşengên serhildanê bi navê Şêx Serîf li nêzî Vartoyê li Palûyê, xwe teslîmî hêzên artêşê kirin û bi biryara dadgeha bi navê \"Serqil Îstîklal\" di roja 29\'ê Huzeyrana 1925\'an de Şêx Seîdê Pîran hat bidarvekirin.