Şaho jî agir pêkevt

15:09 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Şewata xweza û ekolojiya rojhilatê Kurdistanê berdewame. Daristanên devera çiyayî a Şaho li Serwava jî di nava guriya agir de şwitîn.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh 11`ê tîrmehê li devera gundê Zom ê quntara rêzeçiyayên Şaho, bi bûyera şewatê re rû bi rû bûye û bi tevahî bûye rejî.

Hêjayî gutinê ye di dawî de ew agir bi alîkariya şêniyên deverê û çalakvanên jîngehparêz ve hatiye vemirandin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji xisar û zirarên ku gihîştine devera şewatê, aghiyek bi dest nehkevtiye.

Herwiha ji sedemên wê agirpêkevtinê jî, hîna zaniyariyek negihîştiye berdest ajansa Kurdpa.

Hêjayê gotinê ye tevî vê yekê ku navendên peywendîdar ên ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê haydarê wan bûyerên şewatê ne, lê tu hewlekî bo vemirandina agir nagrin ber xwe. Her wiha li tu parêzgehên kurdistanê, alavên pêşkevtî yên vemirandina agir nehatine dabîn kirin.

Li aliyê din piraniya şêniyên Kurdistanê ser vê baweriyê ne ku xwezaya kurdistanê bi plan û senaryoyên pêştir hatî amade kirin ji holê tê rakirin. Piraniya caran bi hinceta ku hêzên dijberî hikûmeta li daristana dimînin, Sipaha Pasdaran bi zanebûn xwezaya Kurdistanê şewitandine.

Tevî vê yekê ku kontrolkirin û vemirandina şewatên ku li kurdistanê pêktên, wek erka navendên hikûmetî yên têkildarî wan bûyerane. Lê heya niha tevahiya agirpêkevtinên Kurdistanê, ji aliyê şêniyên deverê û çalakvan û encûmenên jîngehparêzî ve hatine vemirandin.