Rolê Kurdên Sûriyê li şoreşa nû a wî welatî de

12:39 - 28 Şibat 2012
Kurdpa: Çalakên siyasî û çavdêran li ser vê bawerê ne ku serbarê tometbar kirina Kurdên Sûriyê bi beşdarînekirina li şoreşê de, rolê bi bandor lîstine, û dijatiya kevnar ya xwe di gel hikumeta Beşar Esed nû kiriye.

Malpera Elerebiye di raporekê de bas ji Kurdên Sûriyê li meşên bi lome ên wî welatî de kiriye û nivîsandiye: “Kurdên Sûriyê deshilatê bi zulm û sitema netewî û ferq û cudahiya regezî tawanbar dikin, jiber ku dijatiya navbera Kurd û Hikumeta Sûriyê vedigere bo sala 1362 wate dema bidestve deshilata partiya Be’s”.

Çalakên Kurd ên Sûriyê li ser vê bawerê ne ku her ji destpêkê de ew ji xwendin û nivîsîna bi kurdî bê par in, û bi awayê sîstematîk ji deshilatê hatine dûr xistin. Di navbera wan û Ereban de nakokî pêk aniye û bi hezaran kesî ji nasnameya xwe bê par kirine.

Her ji serdemê deshilata Hafiz Esed ve bi sedan Kurd bi sedema rexne ji siyaseta ferq û cudahiya regezî û netewî ya hikumetê ketine girtîgehê de, û herweha beşek zaf ji wan jî li serhildanên salên 2004, 2008, û 2010 de hatine serkut kirin.