Berzan Salihî, kolberê xelkê Baneyî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê hat kuştin

Sibeha Şemiyê 4ê Gelawêja 1404an a Rojî, kolberê Kurd bi navê "Berzan Salihî" xelkê Bane bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê li sınorê vê bajarî jiyana xwe jidest da.
Li gorî çavkaniyeke agahdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bê agahdariya berê ev kolberê li sînorê "Sîranbend" a Bane rasterast kirine armanc .
Vê çavkaniyê zêde kir: Termê vî kolberî bo nexweşxaneya Selahedînn Eyyûbî ya Bane hate veguhastin.
Berzan Salihî temen 38 salî ye, zewicî û xwedî çar zarokan e.
Di heman demê de, roja Çarşemî 1ê Gelawêja 1404an a Rojî, kolberekî din bi navê "Emîn Gerdî" xelkê gundê "Kanî Temrexan" a girêday bajarê Merîwanê bi teqeya rasterat a hêzên leşkerî yên hikûmetê li bilindahiyên "Tete" a swr bi navçeya Hewraman a girêday bajarê Serwavayê jiyana ji dest da.