Urmiye; Berdewamiya binçavkirin û bêagahiyê li derheq rewşa Emîn Kerîmî, hunermend û ekterê şanoyê

Roja 2ê Gelawêja 1404an a Rojî, piştî derbasbûna 23 rojan ji dema binçavkirina Emîn Kerîmî, naskirî bi navê “Emîno”, hunermend û ekterê şanoyê yê xelkê bajarê Urmiye, hîn jî agahiyek rast li derheq rewşa wî tune.
Li gorî çavkaniyek agahdar, ev hunermend li dema binçavkirinê heta niha mafê hevtîna bi malbata xwe re bêparmaye û li girtîgeha îtlaata Urmiye de li bin lêpirsînê de ye.
Vê çavkaniyê zêde kir: Heldanên malbata vî ekterê şanoyê bo agahdar bûn ji rewş û tohmetên li dijî vî bê encam maye.
Vê çavkaniyê diyar kir ku; Hesabên vê hunermendê di torên civakî de ji hêla hêzên ewlekar ve têne kontrol kirin.
Emîn Kerîmî di serhildana şoreşergirî ya “Jin, Jiyan, Azadî” de ji hêla hêzên ewlekar ve hatibû binçavkirin û piştî yek meh bin lêkolînê hatibû berdan.
Di vê heyama nêzîkê de, rêzefîlma “Tacdîn û Emîne” bi serperstiya Emîn Kerîmî bi rastî pêşwaziyek germ a temaşevanan hat.
Roja Sêşemî 10ê Pûşpera 1404`an a Rojî, Emîn Kerîmî di dema vegera xwe ji Tirkiyê, li ser sînorê Sêro ya Urmiye ji hêla hêzên ewlekar ve hatiye binçavkirin û heya niha agahiyek rast li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî wî tune ye.