Selmas; Letîf Yeqûbî, welatiyê kurd bui sebeba teqeya rasterast a hênzên leşkerî yên hukûmetê hat kuştin
23:42 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2025

Roja Sêşemî, 31 Púşpera 1404an a Rojî, welatiyek kurd bi navê “Letîf Yeqûbî” kurê Hisên, xelkê gundê “Kuzereş” ya ser bi bajarê Selmasê, ku hefteya borî li ser sînûr bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hukûmetê birîndar bibû, bi encama giraniya birînan di nexweşxaneyeke Urmiye de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyek agahdar, roja Çarşemî, 25ê Pûşpera 1404`an a Rojî, hêzên leşkerî yên hukûmetê bê agahdariya berê û li mevdayek nêzîk ev welatiyê Kurd yê temen 45 salî li sînûrê Selmasê kirine armanc û di encamê ev welatiyê Kurd, bi giranî birîndar bibû.
Yeqûbî bo çareseriyên bijîşkî li destpêkê bo navenda nexweşxaneya Selmasê û bi sebeba giraniya birînan bo nexweşxaneya “Xomeynî” ya Urmiye hatibû veguhastin.