Rojnamevanekî Kurd li ser terorkirina Dr. Qasimlo daxwazek ji Ehmedînijad kir

21:21 - 1 Kanûna pêşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Birêveberê Ajansa Nûçeyan ya Mukiryan ji Ehmedînijad serkomarê berê yê rejîma Îranê daxwaz kir, ku derheq gumana desthebûna xwe di terorkirina Dr. Qasimlo de rastiyan bêje.

Li ser bingeha rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Xusro Kurdpûr birêveberê Ajansa Nûçeyan ya Mukiryan û çalakê mafê mirovan li Mehabadê di bereberê sefera Ehmedînijad serkomarê pêşîn ê Îranê bo Kurdistanê, bi pirskirinekê li wî, daxwaza bersiveke zelal ji wî kiriye.

\"\"Wî rojnamevanê Kurd nivîsandiye: Ehmedînijad! Hûn ji dema bidawîhatina dewrana serkomariya xwe ve heya niha bas ji rohnkirina rastiyan dikin, ku helbet ew yek ji bo civakê gellek girîng e, ku rastî bêne eşkerekirin, her di vê derheqê de, bi berçavgirtina vê yekê ku gellek şik û guman di pirsên hûr û gir ên Kurdistanê de hene, min hez dikir ku berî sefera bo Kurdistanê derheq desthebûna xwe di yek ji tîmên terorkirina Dr. Qasimlo di Utrîşê de rastiyan ji me re zelal bikî. Jiber ku berî destpêkirina dewrana serkomariya we, hinek ji ragehandinan û serdozgerên Utrîşê, bas ji desthebûna we di vê terorê de dikirin, herçend ku ew egera hêşta jî ji aliyê çavkaniyên fermî ên Utrîşê ve nehatiye piştrastkirin, lê civaka Kurdistanê û gelê Kurd daxwaza bersiveke rohn û zelal ji we dikin, gelo di wê dewranê de, we di bûyera terorkirina Dr. Qasimlo de dest hebûye?.

Piştî dewra yekem ya serkomariya Ehmedînijad, hinek ji ragehandinên Utrîşê bi baskirina vê yekê ku, wî di terorkirina Dr. Qasimlo de dest hebûye, cardin mijara terokirina rêberê karîzmatîk ê neteweya Kurd xistin rojevê.

Wê demê Pîtir Pîltz, nûnerê Partiya Keskan di meclisa Utrîşê de, şahidîdana bazerganekî çekên Almanî xiste berbas, ku li gora wê, wî heyameke kêm berî terorkirina Dr. Qasimlo çekên sivik firotine balyozxaneya Îranê di Utrîşê de.

Bazerganê Almanî ew şahidîdan di hemberî komîsyona dijî mafyayê di Nîsana sala 2006`an de bas kiribû. Wî gotibû ku di dema radestkirina çekan de, sê Îranî li wir bûne, ku yek ji wan Ehmedînijad bûye. Herçend niha sê dehik bi ser dosiyeya terorkirina Dr. Qasimlo re derbaz dibin, lê hêşta jî ew dosiye nehatiye daxistin.

Pêştir rojnameya “Dy Press” çapa Utrîşê, terora Dr. Qasimlo sekreterê giştî ê berê yê PDKÎ di Viyenê de, wekî “yek ji beşên herî tarî ên dîroka Utrîşê” nav biribû. Roja 13.07.1989`an Dr. Qasimlo digel Ebdulla Qadirîazer û Dr. Fazil Resûl li ser mîzê gotûbêja digel bi nav nûnerên hikûmeta Îslamiya Îranê bona çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd, di viyenê de hatin terorkirin.