Seqiz: Hîwa Emînî û Behmen Feyzî ji hêla dadgeha şoreşger a  yekem ve ji bo 10 meh girtîgeh hatin cezakirin

18:25 - 2 Tebax 2025

Hîwa Emînî û Behmen Feyzî, du ciwanê kurd xelkê bajêrê Seqizê, ji hêla dadgeha şoreşger a yekem ya vê bajarê bi serokatiya dadwer "Mucteba Qefarî" ve, bi tohmeta "propagand kirin li dijî hikûmetê", her yek bi 10 meh girtîgeh hatin cezakirin.
 
Li gorî çavkaniyek agahdar, dadgeh 5 meh ji vê cezay bi dawiya 2 salan ve hate rawestandin (ragirtin), û 5 mehê din jî hate guherandinê bi cezaya pereyê ya 10 milyon Tûmenî.
 
Vê çavkaniyê zêde kir: Evceza di rojên dawî de ji aliyê dadgehê ve hate ragihandin her du ciwanên Kurd re.
 
 Hîwa Emînî daxwaza "qebûlkririna ceza kir", lê Behmen Feyzî li dijî cezayê dadgeha seretayê sikala vekir.
 
Di Roja Pêncşemî 9 Reşemeha 1403an a Rojî de, Hîwa Emînî û Behmen Feyzî bi danîna barimteyê hatibûn azad kirin heta dawiya perçe dadrasiya xwe ji girtîgeha Seqizê.
 
Ev du ciwanê kurd di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û dîtina malbatê ve hatibûn bêparkirin.
 
Bo lêkolînê, ew hatibûn veguhastin bo girtîgeha Şehremfer li Sine, û paşê vegera girtîgeha Seqizê kirin.
 
Di Roja Çarşemî 10 Rêbendana 1403an a Rojî de, ev du ciwan bê belgeya dadgehê ji hêla hêzên ewlekar ve hatibûn binçavkirin.