Bokan: Rehman Eslanî ji hêla hêzên ewlekar ve hat binçavkirin

18:26 - 2 Tebax 2025

Di Roja Sêşemî 7 Gelawêja 1404`an a Rojî de, welatiyê kurd bi navê Rehman Eslanî, xelkê bajarê Bokanê, ji hêla hêzên ewlekar ve hat binçavkirin û veguhastin bo cihek nediyar.
 
Li gorî çavkaniyek agahdar, hêzên ewlekar bê pêşkêşkirina belgeya dadgehê ew li mala wî ya şexsî de binçav kirine.
 
Vê çavkaniyê zêde kir: Hêzên ewlekar mobaîla Rehman Eslanî û ya hevjînê wî jî dest bi ser girtine û bi xwe re birin e.
 
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti agahiyek li ser sebeba binçavkirin an jî tohmetbarkirina wî welatiyê kurd tune ye.