Rojnamegeriya kurdî ya xesandî li Rojhilatê Kurdistanê

14:59 - 14 Hezîran 2015
Unknown Author
Nasir Babaxanî

Rewşa rojnamegeriya kurdî li parçeyên Kurdistanê di aliyê çendîtî û çawaniyê de cuda ye û li gorî demê rastî hilkişîn û sernişîvbûnê tê. Lê bêguman xala hevbeş di navbera rojnamegeriya kurdî li hemû parçeyên Kurdistanê, berevaniya hebûn û nasnameya neteweyî ya miletê kurd e. 

Bêguman armanceke siyasî li pişt lêkirina navê “Kurdistan” li yekemîn rojnameya kurdî ji hêla Miqdad Midhet Bedirxan ve hebû. Wê çaxê Dewleta Osmanî her bizaveke neteweyî bi awayekî tund serkut dikir û pirraniya mîrên kurd li Stembolê desteser kiribû, lewma pirr normal e ronakbîrên kurd di hewldanan de bûbin bo rakirina vê rewşê û dîtina alternatîveke din a xebatê.

Lewma ev navlêkirin xewn û hêviyeke gelê kurd jî diyar dike. Ango berevaniya hebûn û nasnameya neteweya kurd dike. Rojnamegeriya kurdî ji wê çaxê û heta niha ji vê rêçik û rêbazê derneketiye tevî ku heta niha armancên xwe pêk neaniye jî.

Di navbera geşbûna rojnamegeriya kurdî û asta vebûn û başbûna rewşa siyasî de, pêwendiyeke pirr bihêz heye. Her ku li parçeyekî Kurdistanê xebata siyasî û çekdarî geş bûye, rojnamegeriya kurdî jî ber bi geşbûn û hilkişînê çûye.

Tevî ked û têkoşîna dilsoz a wan kesên ku li hundirê Rojhilatê Kurdistanê û li derve jî barê geşkirina rojnamegeriya kurdî li stûyê xwe girtin, dibe ku em nikaribin têgeha “rojnamegeriya kurdî” bi wateya wê ya profesyonel bo Rojhilatê Kurdistanê bikar bînin.  

Bi rastî, çimkî rojnamegeriya kurdî li Rojhilatê Kurdistanê xwe bi şêweyekî demkî derxistiye û ji bilî çend qonaxên berteng bi berdewamî li holê nebûye, em nikarin bêjin hertim rojnamegeriyeke kurdî ya pîşeyî û profesyonel li Rojhilatê Kurdistanê hebûye. 

Wek mînak Kovara Niştiman ku organa Komeleya JK (Jiyanewey Kurd) bû, berhema fikr û hizra takekesekî bijarte bû. Rojnameya Kurdistan zimanhalê hikûmeta Komara Kurdistanê, berhema xebata siyasî û neteweyî bû ku di rewşa valahiya desthilata siyasî de – bi gotina David McDowall – derdiket.  

Kovara Sirwe wek bertekekê li hember hêzên siyasî yên Rojhilat li Kurdistanê belav bû, nemaze dema ku Rojhilatê Kurdistanê êtûna şoreşê bû. Kovar û belavokên xwendekaran ên serdema dewleta reformxwaz a Xatemî, berhema vebûna rêjeyî ya atmosfêra siyasî li hundirê Îranê bûn. 

Lewma em dikarin bêjin ku geşbûna rojnamegeriya kurdî li Rojhilatê Kurdistanê girêdayî çend ho û hokaran e, wek vebûna atmosfêra siyasî li Îranê, xebata siyasî û neteweyî û herwiha rola takekesên bijarte yên civaka kurdî li Rojhilatê Kurdistanê.  

Li gorî van hokaran, vêga rojnamegeriya kurdî li Rojhilatê Kurdistanê û li diyasporayê, di rewşa xwe ya herî xirab de ye û dikare wek rojnamegeriyeke xesandî bê wesfkirin! Çimkî rewşa siyasî û çandî li Îranê hîn wek berê ye û guherîn bi ser de nehatiye. Herwiha partiyên me yên siyasî di nava 20 salên borî de nikarîbûn bandoreke biçûk jî li ser rewşa siyasî ya navxweyî bikin. Rola kesên bijarte jî girêdayî van herdu hokaran gihîştiye asta xwe ya herî nizm.

Rola takekesan di nav partiyan de jî li gorî berjewendiyên partiyan hatiye bertengkirin. Hin bend û astengiyên din jî li pêşber geşbûna rojnamegeriya kurdî li Rojhilatê Kurdistanê hene wek, nebûna stratejiyeke zelal û planeke xurt, nebûna serxwebûna fikrî, pirsgirêkên hunerî û teknîkî, pirsgirêkên aborî û darayî, nebûna stafên akademî, nebûna ezmûna kar, nebûna çanda kirîn û xwendina rojnameyan…htd!  

Vêga rojnamegeriya klasîk (a kaxez) hatiye piştguhkirin, lewma lênihêrîneke micid li rojnamegeriya elektronî û medyaya civakî dikare îro hîmên rojnamegeriya kurdî li Rojhilatê Kurdistanê jinûve deyne. Gellek xalên erênî yên vê rojnamegeriya nûjen hene wek, xerciyên kêm, tîraja zêde, lezgînî, nebûna pêwistiya wergirtina destûra çap û belavkirinê ji hêla desthilatê û rîska wê jî li gorî rojnamegeriya kaxezî kêmtir e.  

Rojnamegeriya kurdî li Rojhilatê Kurdistanê ji vê rewşa xesandî xilas nabe eger van xisarên ku min behsa wan kir qerebû neke û meydana berfireh a dinyaya mecazî neke qada xebat û çalakiyên xwe da ku ji vê dojeha ku niha tê de ye, rizgar bibe!.

Jêrenot: Ew nivîs dîtingeha nivîskar e û ajansa Kurdpa jê berpirsyar nîne