RMMK`ê komkujiya Kobanê protesto kir

21:50 - 30 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê (RMMK) bi derxistina daxuyaniyeke nivîskî, qetlîama Kobanê li rojavayê Kurdistanê şermizar kir.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê bi belavkirina daxuyaniyekî, ji Saziya Neteweyeyên Yekbûyî û Civaka Cîhanî daxwaz kir ku bi hevara gelên bindest de verin û bi hemû hêza xwe li hember terorîstên DAÎŞ`ê de bisekinin.

Di beşek di vê daxuyaniyê de hatiye: DAÎŞ`ê bi karên xwe yên hov û qirêj, êrîşî Kobanê kir; bi sedan şêniyên sivîl yên wî bajarî ji 7 saliyê bigre heya 70 salî, serjêkirin. Herwiha wan li Heseka Rojavayê Kurdistanê jî komkujî pêkanîn. Jibervê; “Em wek Rêxistina Mafên Mirvan a Kurdistanê, wê komkûjiyê şermizar dikin û hemû aliyên ku DAÎŞê destke dikin jî, protesto dikin.”

Naveroka kamîl ya wê daxuyaniyê ku li Tehrana Nevnda Îranê hatiye derxistin, di beşa farsî a Kurdpa de bixwînin.