RMMK`ê darvekirina zindaniyên siyasî li Îranê mehkûm kir

14:49 - 16 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Rêxistina Mafên Mirvan a Kurdistanê, bi derxistina daxuyaniyekî, îdamkirina girtiyên siyasî li Îranê şermizarar kir.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Saziya Mefên Mirovan a Kurdistanê, hember îdamkirina girtiyên siyasî ji aliyê hikûmeta îslamî ya Îranê ve berteknîşan da û ew kiryarên wê hikûşmetê protesto kir.

RMMK di wê daxuyaniyê de tevî îşarekirin bi rola Qazî Mihemed (rêberê şehîdketî yê Komara Kurdistanê) bo xweseriya gelê Kurd û berxwedanek sembolîk hember dagirkeran, amaje bi vê yekê kir: Hewildanên gelê kurd û hemû gelan bo gihîştin bi xwestek û armacên xwe, ne tenê ku ti sûc û tawanek nayê hesibandin, belkî heq û mafên wan di çarçoveya yasayên Navdewletî de jî, tê hejmartin.

Rêxistina navborî di dawiya daxuyaniya xwe de wiha bilêv kiriye: Mafê xweserî û demokratîk, bi darvekirinê ji holê narabe. Herkes li civakê xwedî çarenivîsa siyasî û hiqûqî ye ku dikare bi awayekî demokratîk xwe birê ve bibe. Girtina kerameta însanî, îmha û helandina netewan û fetisandina azadî û baweriyan, tê wateya binpêkirina aşkere ya mefên mirovan ku pêwîste hember vê yekê her kes bertekê nîşan bide.