RMMK xwazyarê serbestberdana rojnamevan û çalakvanên mafê mirov bûn

23:02 - 12 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Rêkxistina berevankar a mafê mirov li Kurdistanê, di daxuyaniyekê de, xwaziyarê serbestberdana rojnamevan û çalakvanên mafê mirov bûn.

Li gor nûçeya ku gihiştiye Ajansa Kurdpa, rêkxistina berevankar a mafê mirov li Kurdistanê bi bilavkirina daxuyaniyekî perîşaniya xwe li ser dirêjedan bi binpêkirina mafê mirov di Îranê de ragehan.

Deqa daxuyaniya han ku gihiştiye Ajansa Kurdpa bi vî awayî ye:

Tevî berdewambûna pêvajoya hertimî ya binpêkirina serbestiyê di Îranê de, lê girtina çalakên medenî, mafên mirov û rojnamevanan dirêje heye. Di vî warî de di çend mehên dawiyê de hejmarek ji ragehandinkar û yek ji wan Hesen Şêxaxayî di Kurdistanê de, Îsa Seherxîz, Ihsan Mazenderanî û hin kesên din hatin girtin û di girtîgehan de hatin ragirtin.

Her di vê demê de rojnamevanê Kurd Ednan Hesenpûr 10 sal berî niha, Xosro û Mesûd kurdpûr nêzîkî sê sal in ku hatine girtin û ji mafê azadiyê bêpar in. Di warê girtina rojnamevan û çalakên mafên mirov jî, xafil nebûne û bi awayekî ku hejmarek ji çalakvanên mafên mirov û yek ji wan xatûn Nergiz Mihemedî, Behar Hidayet, Ebdulfetah Sultanî û Mihemedsedîq Kebûdwend, mihemed Sêyfzade û çalakvanên civakî Se’îd Medenî û hejmarek din ji çalakvanên medenî û civakî, ji çendîn sal berî niha ve di girtîgehan de hatine ragirtin, ku rewşa saxlemiya wan, yan jî nexweşiya hin kes ji wan, xirab û cihê perîşanê ye.

Her di vê warê de xatûn Nergis Mihemedî bi sedema rewşa xirab pêdivî bi alîkariyên taybet ên pizişkî ji derveyî girtîgehê de heye, û Kebûdwend jî bi sedema ragirtina nêzîk bi 10 salan di girtîgehê de tûşî çendîn nexweşiyan bûye.

Rêkxistina berevankar ya mafê mirov a Kurdistanê tevî perîşaniya xwe ji dirêjedan bi binpêkirina mafên mirov ji aliyê rejîma Îranê ve, daxwaza ragirtina girtina rojnamevan û çalakên Medenî û mafên mirov û dawîanîn bi binpêkirina azadiya axiftin û ragehandin û mafê mirov, û daxwaza serbestberdana bilez a hemû rojnamevan û çalakvanên mafê mirov û bitaybet Ednan Hesenpûr, xosro Kurdpûr, Mesûd Kurdpûr, Îsa Seherxîz, Ihsan Mazenderanî, Nergis Mihemedî, Behar Hidayet, Ebdulfetah Sûltanî, Mihemed Sêyfzade, Se’îd Medenî û Mihemedsedîq Kebûdwend bûye.

Tehran 19.09.1394
10.12.2015
Rêkxistina berevankar ya mafê mirov a Kurdistanê