RMMK dîsa PKK û PDKÎ dawet bi aramiyê dike

16:45 - 27 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê (RMMK) li Tehrana navenda Îranê, bo careke din têkildarî nakokiyên navbera PDKÎ û PKK, herdû alî bi aramî û lihevkirinê vexwend in.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê bi derxistina daxuyaniyekî, Partiya Demokrata Kurdista Îranê (PDKÎ) dawet bi hêminyê kir. Wê Rêxistinê ji Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) jî xwest, tevî hemû nakiyan, bi rêya yasayî kesên ku bûnî sedemê aloziyan bêbersiv nehêlin û xisarên hatinî holê jî qerebû û telafî bikin. Herwiha dawî bihemû nakokiyan bînin.

Di beşek di wê daxuyaniyê de hatiye: Bi nerîna wê rêxistina hiqûqî, sedem herçi dibin bila bibin, ew nabe sebeba wê yekê ku şerê bira kujî pêkbê û du partiyên Kurd bi çek û barûtê hemberî hev bisekin in.jiber vê hevce dike bi awayekî lezgîn musebebên wê bûyerî bersivek zelal bidin raya giştî û civaka sivil a Kurdistanê jî, ji rastiya wê bûyerê bêbersiv nehêlin.

Di beşek di wê daxuyaniyê( ku kopiyek wê gihîştiye berdest ajansa nûçegihan Kurdpa) de hatiye:“Gorî raportên gihîştî wê rêxistinê, bi sedema bûyereke diltezîn navbera PKK û PDKÎ şer û pevçûn derketibû û di encamê de pêşmergeyekî jiyana xwe jidest dabû û çend kes jî birîndarbibûn. Em ji wê bûyerê gelek dilgiran bûn û ji her dû aliyan jî daxwaz dikin nakokiyan bidawî bînin.”

Rêxistina RMMK tevî nîgeraniya xwe ji bûyera Keleşînê, di beşek din di daxuyaniya xwe de ku 27 gulana 2015`an weşandiye, ji hemû partî û aliyên siyaî yên Kurdistanê xwestiye diher post û meqamekî de bin, mafên mirovan biparêz in û nakokiyên ji navbera xwe vemirîn in.

Herwiha wê Saziyê tevî dawetkirina PDKÎ bi hêminî û aramiyê, ji PKK xwestiye aliyên hiqûqî yên wê bûyerê zelal bike û kesên musebeb û yên zirar gihandinî Pariyeke Kurdî jî dadgeh bike. Wê rêxistinê ji PKK û PDKÎ xwestiye ku di demeke nêz de aloziyan bidawî bînin.

Pêştir jî RMMK ji herdûn partiyê Kurdî xwestibû dawî bi nakokiyan bînin û dev ji şerê birakujî berdin.

24`ê Gulana 2015`an li keleşîn (Kêleşîn) a sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, navbera PDKÎ û PKK de şer û pevçûn derketibû holê. Di encamê de pêşmrgeyekî jiyana xwe ji dest dabû û 3`ê jî birîndar bibûn.