RMMK: Bila Kebûdvend bê azadkirin

15:26 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê (RMMK), di nêz bûna 9`mîn sal bi ser girtina hepsê ya Mihemed Sidîq Kebûdvend (bavê mafên mirovan ê Kurdistanê) re, daxuyaniyek belav kir.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniy Kurdpa, Rêxistina Mafên Mirvan a Kurdistanê bi derxistina daxuyaniyekî, ji hikûmetê Îranê xwest Mihemed Sidîq kebûdvend (bavê mafên Mirovan ê Kurdsanê) serbest bê berdan.

Wê rêxistinê bi hemahengî li gel malbata Kebûdvend, ji hemû çalakvanên sivîl, mafên mirovan û siyasî, her wiha tevahiya sazî û navendên mafên mirvan, siyasî û civakî daxwez kir, hember girtina Mihemed Sidîq Kebûdven ji xwe bertek nîşan bidin û daxaza azadkirina wî bikin.

Wê rêxistinê eva jî ron kiriye ku Mihemed Sidîq kebûdvend bi sedema berevanîkirin ji mafên mirovn, parastina mafên kêmîne û gelê Kurd ,di dadgeheke herî nedadperwerane û neyasayane de hartiye darizandin. Ew di wê dadgehê de bi 100 meh cezayê hepsê hatiye mehkûmkirin û ji her çalakiyekî meqdûr bûye.

Naveroka kamîl ya wê daxuyaniyê di beşên din ên ajansa Kurdpa de bibînin..