Rişk û spî di Kurdistanê de zêde bûne

21:13 - 17 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Piştî parêzgeha Urmiyê vê carê pizîşkên pispor li Sinê de li derbraê vegeriyana rişk û spiayn hişdarî dan.

Li gora raporan, çûna hemwelatiyan li Sinê de bo nexweşxaneyan, bona dîtina zarokên wan ji aliyê pizîşkan ve, ku rişk û spî ketine nav sere wan de, zêde bûye, û ew yek cihê nîgeraniyê ye.

Pisporeke çerm û ciwankariyê di Sine de ragehand ku: “Di vê derheqê de dibe dê û bav gellek agehdarî zêdebûna rişk û spiyan di nav sere zarokên xwe de bin”.

Li gora gotina Dr. Ebdullah Ehsenî mixabin piştî çend salan dîsan rişk û spî vegeriyan e, û welatên herêmê û bi taybetî Îran jî dagirtine.

Di roja 13’ê Xezelwerê de bû ku hate ragehandin di nîva yekem ya îsal de, 3 hezar û 500 dersxwan, sala borî jî 13 hezar dersxwan di parêzgeha Urmiyê de, spî ketine nav sere wan de, ku zêdebûna hejmara wan, cihê lê fikirînê ye.

Hejmara herî zêde ya kesên ku spî dikevin nav sere wan de, temenê wna 5 heya 12 sal e, û pitir keç in jî.

Nave zanistî ê spiyan “Pediculus humanus Capitis” e, û dewreya jiyana her yek ji wan çend hefte ye. Spiyên ser di her carekê de, nêzî 100 hêkan dikin, û nikarin bêy xwîna mirovan bijîn.