Rewşa kamyondarên sînorê Başmaxê nebaş e

20:57 - 13 Çirriya pêşîn 2015
Ajansa Nûçegehaniya Kurdpa: Bi sedan ajotvanên kamyon û tankêrên petrolê ku di bazarçeya sînorî a Başmaxa Merîwanê de dixebitin, nerazî ne û ragehandine ku bi sedema kêmasiyên rêveberiya gelaleyên bazirganî ve, tevî gellek kêşe û astengan berbirû bûne.

Ligorî nûçeya gehiştî destê Kurdpa yê, 10 rojan berî niha ajutvanên kamyon û tankêrên petrolê bi destjikar vekêşana xwe, nerazîbûnên xwe li hember asteng û arîşeyên sînorê Başmaxê nîşan dan.

Dahata vê parê ji civakê bi sedema hevdunegirtina tevî çalakiyên bazirganî, ber bi kêmbûnê ve çû ye. Yek ji wan arîşeyan piroje ya “Bak a Tijî a tirûmbêlê” ye ku bi sedema zêdebûna bohaya Gazo’îlê, bandorek berçav xistiye ser ajotvanên wî sînorî. Ji Xermanan a sala 1393’an çûn de, “Nawenda xebat li dijî bazrganiya kelûpel û diravên derekî”, daxwaz ji xalên gomirkî ên ser sînoran kirine ku, rêjeya sotemeniya di nava bakên wan tirumbêlan ku di wan sînoran de kar dikin, li gorî pirojeya “Baka tijî” bihên pîvan û, li gorî rêjeya sotemeniya di nava bakê de, gerek bi awyeke nexdî dirav ji wan ajotvanan bê wergirtin.

Di çend heftiyên derbazbûyî de nirxa Gazo’îlê li hemberî sotemeniyên din ên tirombêlan ber bi zêdebûnê ve çû ye û her lîtrek Gazo’îl bi bohaya 1300 Tûmenî hatiye firotin. Komara Îslamî heya niha bi cîbicîkirina pirojeya han 98 milyard Tûmen bidest xistiye.

Yek ji ajotvanên nerazî ji nûçegehaniya “Hemşehrî online” re eşkere kiriye ku, niha kirêya barhilgirên di navbera Herêma Kurdistan û Îtanê de, ji 6 milyon Tûmenî bo 2 milyon û 800 hizar Tûmenî kêm kirine, lewra bi jiberçavgirtina têçû û dahatê, em tu qazancekê nakin.

Yek din ji wan ajotvanan ku ezmûna 15 sal kar di wan rêyan de heya, giraniya sotemenî û kêmbûna kirêya rêyê weke sedema siqetbûna jiyana ajotvanan dibîne.