Rewşa dijwar ya aborî di Kurdistanê, bûye sedem ku xwedî bawerîname karê kolberiyê encam bidin

19:32 - 10 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Welatiyê Kurd yê xwediyê bawerînameya karnasiya bilind ya darêtina bernameyên bajar, bo dabînkirina dahata jiyana xwe dest avêtiye bi karê kolberiyê li deverê sînorî yê Kurdistanê de.

Kêyvan Kêyvanferd, xwediyê bawerînameya karnasiya bilind a darêtina bernameyên bajar, yê xelkê gundê “Dilmerz” a girêdayî devera hewraman, bo dabînkirina hewcehiyên jiyana xwe ev heyama 7 salan e, ku di deverên sînorî de, karê kolberiyê encam dide.

Ev hevwelatiyê Kurd ku, li sala 1390`î rû li karê kolberiyê kiriye, û herwisa bi xwe xwediyê çend mijarên taybet di warê darêtina bernameyên bajar de ye.

Heyamek berî niha jî, wêneya Taha Xefarî, verzişvanê dewra revê, yê xelkê bajarê Merîwanê, ku mijûlê karê kolberiyê bû, di torên civakî de jî, belav bibû û rastî bertekên birêveberên torên civakî û çalakvanên medenî yên li bajarê Merîwanê bibû.

Taha Xefarî, xwediyê zêdeyî 20 midalên rikeberiyê yên navxweyî, Rojhilata Navîn, rikeberiyên navneteweyî û pehlevaniya bilind ya dewra hilatin a sehrayê, ya Rojhilata Navîn, ya li welatê “Japon”ê bi sedema guhnedana berpirsên veriziş, û betaliyê, neçarbûna karê kolberiyê di deverên sînorî yên Kurdistanê de encam didin.

Kolber navê tax û qadeke zehmetkêş di Kurdistana Îranê de ye, ku di deverên sînorî de, karê kolberiyê encam dide.

Ev tax û qada zehmetkêş bi sedema neçarî, û destengiyê, û bo dabînkirina dahata jiyana xwe karê metirsîdar yê kolberiyê di deverên sînorî yên Kurdistanê de encam did in.

Kolber wekî hejartirîn tax û qad, di Kurdistanê de, tê hesab kirin.