Rêûresma bîranina Mamosta Hêmin li bajarê Îslamabada Kirmaşanê pêşîpêhate girtin

14:21 - 17 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Berpirsyarê Îdareya Ferheng û Îrşada Komara Îslamiya Îranê li bajarê Îslamabada Kirmaşanê pêş bi birêveçûna rêûresma bîranîna mamosta hêmin girt.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, biryar bû ku roja Çarşem berwar 17’ê Nîsana 2013’an bi alikariya hejimarek ji çalakên çandî û wêjeyî yên bajarê Îslamabadê rêûresmek jibo bîranina mamosta Hêmin birêve biçe, lê ji aliyê berpirsyarên Îdareya Ferheng û Îrşad a wî bajarî pêşî pêhate girtin.

her wisa çendîn kesayetiyên wêjeyî û çandî yên parêzgeha Kirmaşanê jibo vê rêûresmê amadeyî ya xwe bo xwendina helbest û babetan li ser kesayetiya Hêmin dabûn kifşê.

biryar bû ku rêûresma han seva 27mîn salvegera wefata mamosta hêmin li bajarê Îslamabadê û li talara Şarevaniyê birêve biçe û bo heyamê du demjimêran bidome.

Seyd Mihemed Emîn Şêxulîslamî naskirî bi Hêmin kurê Hesenê Mukirî di Bihara Sala 1300a Rojî li gundê Laçîna ser bi bajarê Mihabadê ji dayik bûye û di 18’ê Nîsana sala 1968’ê wefat kir û di goristana Budax Sultan a bajarê Mihabadê bi axê hat teslîm kirin.

\"12049.jpg\"