Rêjeya bêkariyê li Kurdistanê sê qat ji bêkariya di asta Îranê de zêdetir e

21:07 - 8 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Bêpariya parêzgeha Kurdistanê berdewam di nav van amarên ku berpirsyarên hikûmeta Îranê bas dikin de, eşkere dibe.

Li gora wan raporên ku belav dibin, parêzgeha Kurdistanê di nav 31 parêzgehên Îranê de, pileya 25’ê di berhemên nexalis yên neteweyî de heye. Dahata takekesî ya neteweyî ya Îraniyan li gora nîşandera (pîvana, Şaxisa) hêza kirînê, nêzî 14 hezar dolarî dibe.

Berpirsyarê giştî yê “alîkarî, kar, û xweşbijîvî” yê parêzgeha Kurdistanê bi ragehyandina vê nûçeyê got ku di nav 481 yekeyên berhemhîner ê çalak ê serveyî 10 kesî de, 126 yeke di biyavê pîşesaziyê de çalak in.

Nûçegihaniya Fars di raporekê de ji zarê Ehmed Reşîdî, bas ji rêjeya beşdariya %41 a Kurdistaniyan di aboriyê de kiriye.

Di vê raporê de hatiye ku rêjeya bêkariyê di Îranê de, nêzî 10 heya %13 tê texmîn kirin, lê ew rêjeya di Kurdistanê de sê qat zêdetir bûye.

Di parêzgeheke wekî Urmiyê de hatiye ragehgandi ku 40 hezar xwendekarên xwedî bawenameya karnasî, karnasiya bilind û dukturayan bêkar in.

Gellek ji çalakên siyasî û medenî li Kurdistanê de, bêkariyê û nebûna bikarxistina sermayê, wekî du kêşeyên sereke yên geşenekirina herêmên Kurdakincî ên Îranê dihesibînin, ku ji aliyê berpirsyar û dem û dezgehên hikûmetî ve kêmtirîn girîngî pê tê dayîn.