Rêgezên hînbûn û hînkirina zimên

15:37 - 29 Gulan 2015
Unknown Author
Samî Tan
 
Me berê zimanê xwe di jîngeheke suriştî de bi awayekî suriştî werdigirt. Ji bo ku em zimanê xwe hîn bibin pêdiviya me bi pirtûk û mamosteyan tunebû. Dema ku em dihatin temenê xwendinê em diçûn dibistanên ku em bi zimanekî biyanî re rû bi rû diman. Di wê domanê de me gelek zilm û zordarî, pest û pêkutî didît. Di encamê de me zimanê xwe ji bîr dikir û zimanekî biyanî bi darê zorê werdigirt. Îro rewş guheriye. Êdî malbatên me hê di pêçekê de bi zimanê fermî bi me re dipeyivin.

Lewma jî em pêşî hînî zimanê fermî dibin, piştre em bi êşa zimên dihesin û diçin li saziyekê hînî kurdî dibin. Hinek ji me jî nîvçe be jî heta radeyekê bi zimanê bav û kal û dê û dapîrên xwe dizanin lê ew ziman jî pir qels û lawaz, têra derbirîna hest û ramanên me nake lewma jî em dixwazin biçin kursekê hînî zimanê “akademîk”, anku zimanê nivîsê dibin. Hinek ji me ewende bi pêş dikevin, piştî salekê dibin mamosteyên zimanê kurdî jî lê belê der barê rê û rêbazên fêrkirin û fêrbûnê de tu agahiya me nîn e. Ji bo ku ji şagirt û mamosteyên kurdî re bibe alîkar, ez di vî warî de çend têbîniyên sereke pêşkêşî we bikim.

Ziman, ji pevgirtina karîger a çar behremendiyên bingehîn; guhdarîkirin, axaftin, xwendin û nivîsandinê pêk tê. Dema ku ziman wekî navgîneke ragihandinê tê fêrkirin divê ev her çar behremendî bi hev re bên fêrkirin. Di fêrkirina zimên de divê materyalên mîna wêne û dîmen bêne bikaranîn, di vî warî de divê ji amûrên mîna kompîter, projeksiyonê sûd were girtin. Di waneyên hînkirina zimanê duyemîn de divê zimanê ku tê fêrkirin zêdetir bi ber guhên şagirtan bikeve anku divê ew ziman ji zimanê yekemîn zêdetir were bikaranîn. Her wiha divê mamoste hewl bide ku xwendekaran zêdetir bide xeberdan.

Xwendekar çendî zimanê ku tê fêrkirin bibihîzin û bi kar bînin, ew çend baştir fêr dibin. Di fêrgehên her carê de fêrkirina formeke rêzimanî û mijarekê divê rêgezeke sereke be ji bo mamosteyan. Heke çend formên rêzimanî û peyvên têkildarî qadên jiyanê yên cur bi cur bi carekê re werin fêrkirin, dê şagirt nikaribe wan di bîra xwe de bigire û dê ew karê fêrkirinê jî bi ser nekeve. Divê xwendekar karibin tiştên ku fêr dibin di jiyana rojane de bi kar bînin. Wate, divê ew ziman di danûstandina rojane de bi kêrî mirovan were. Ji ber vê yekê divê mînakên ku di fêrgehê de tên dayîn di jiyana rojane de jî bikêrhatî bin.

Pêwîst e mamoste hemû xwendekaran beşdarî çalakiyên fêrkirinê yên li fêrgehê bike. Mamoste bi teknîkên mîna pirs û bersiv, bahoza ramanan, xebata komî, xebata dukesî û sêkesî, şano û lasayîkirina hemû şagirtan beşdarî xebata fêrkirinê bike.

Divê mamoste rewş û taybetiyên xwendekaran ên takekesî li ber çavan bigire. Hinek xwendekar zû, hinek hêdî hîn dibin, hinek bi guhdarîkirin, hinek bi xwendinê, hinek jî bi kirinê zûtir fêr dibin. Hinek xwendekar hîndariyan zû dikin, hinek dereng çêdikin. Ji ber vê yekê divê mamoste taybetî û rewşa takekesî ya xwendekaran li ber çavan bigire, li gorî wê materyalan amade bike û li gorî wê karê xwe bike.

Divê ji xwendekarên ku zû fêr dibin, pirsên dijwar ji yên ku dereng hîn dibin pirsên hêsantir werin pirsîn. Mamoste divê çavdêriya xwendekaran bike û li gorî taybetiyên nêzîkî wan bibe. Mamoste di destpêka her waneyê de xwendekaran ji bo fêrbûnê amade bike, hêvî û jixwebaweriya wan zêde bike. Her carê daxwaza fêrbûnê di dil û mêjiyê wan de geştir bike. Ji ber ku serkeftina karê mamoste girêdayî daxwaza şagirtan e, heke daxwaza hînbûnê bi şagirtan re tune be, tu kes nikare tiştekî hînî wan bike.”