Rebet/ Ferq û ciyawazî li bazarên biçûk ên sînorî kasibkar bi hêrs kirin

13:58 - 8 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Komek welatiyên bajarê biçûk ê Rebet a ser bi Serdeşt li rojhilatê Kurdistanê, di meydaneke serke a wî bajarî, meşek nerazîbûnê hember odeya bazerganî a sînorî lidarxistin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, bi sedema ciyawazî danîn ji aliyê kesên dewlemend û bazerganên bazara biçûk a“Qasimreş” li tixûbê Serdeşt, kasibkarên xwedî karta bazerganî (pîlewerî) xwepêşandanek birêve birin.

Di wê meşa nerazîbûnê de ku doh 17’ê çileya paşîn (january) a 2014’an, hat lidarxistin, bi dehan kasibkar pişkarî kirin.

Yek ji xwenîşanderan bi riya peywendiya telefonî ligel ajansa Kurdpa, mekanê wê xwepêşandanê, meydana Rojavaya bajêr ragihan û got: Mixabin di çend mehên borî de bi avayekî berçav navbera dewlemend û akinciyên bajarê Rebet, li bazarên sînorî farq û ciyawazî tên dîtin.

\"24089.jpg\"
Bazerganiya sînorî karê sereke ê rûniştiyên vê deverê ye
Wî kasibkarê pişikdar li wê xwepêşandanê di berdewamiya axaftina xwe liser ferq û ciyawaziyan de destnîşan kir: Kirîn û firotina bi bê pirsîn ji kasibkaran tê encamdan û ji kasibkarên ne xwecî (xeyr bûmî) jî mifah tê wergirtin.

Li gorî raportan, sûka sînorî a Rebet bi awayekî navînî bo her 5 hezar kes berdewam karekî peyda dike.

Wî kasibkarê xwedî karta bazerganî (pîlewerî) di dawiyê de amaje bi vê yekê kir: “Em wek akinciyên deverê ligel wê reftar û nerînê, dijberiyê dikin û nerazî bûna xwe didin nîşan dan, her wisa ji karbidestên herêmî dixwezin xwestekên kasibkaran bi awayekî micid cî bi cî bikin.”

Bikaranîna bazergan û dewlemendên ne xewecî di demekê de ye ku piraniya kalayên tên hindir, tiştên xûrekî û pidiviyên rojane yên jiyana rûniştiyên sînorî ne.

Sûka biçûk a “Qasimreş”, ji zivistana 2014’an ve hatiye vekirin ku gorî amara walîtiya Serdeştê, rojane zêdeyî 4 hezar bar li wî tixûbî hatin û çûyînê de ye (bazerganî pê tê kirin.)