Ravêjkarê Ehmedînejad Bi Salek hepsê û 3Salan Bêparbûn Ji Karê Çapemeniyê Hat Mehkûmkirin

12:24 - 21 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Ravêjkarê Serokkomarê Îranê, Elî Ekber Cewanfer û berpirsê rojnameya Îranê bi tawna belavkirina mijara dijî yasayên Îslamê û Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê dadgehê ve bi yek sal zîndan û 3 sal bêparbûn ji karê çapemeniyê hat mehkûmkirin.

Heyamek beriya niha rojnameya Îran mijarek bi nave Xatûna 1 belav kiribû û têde bas ji çarşêva reş kiribû û gotibû: “çarşêva reş ya serdemê Nasiredîn Şah e û zêdetir jinên xweşderbazker di civînên Eşrafî de mifah jê distandin.

Taya 76 ya dadgeha Tehranê, Elî Ekber Cewanfer, berpirsê rojnameya dewletî ya Îranê bi tawan belavkirin mijara dijî Îslam û hikûmetê, bi 6 meh zîndan û 6 mehên din jî bi sûça belavkirina wêneyên berpirsênm hikûmetî bi awayek bêhurmetiyane mehkûm kir.
Herwiha Rojnameya Îtimand roja 19.11.2011-an li gel Cewanfer hevpeyvînek kiribû û Navbirî di hevpevînê de bi tundî rexne ji refomxwazan kiribû û piştgiriya Ehmedînejad kiribû. Rojnameya Îtimad jî seba vê hevpeyvînê hat daxistin.