Rastiyek li ser “Cemal kavak”

22:42 - 2 Îlon 2012
Unknown Author
Sernivîserê Bloga Faraşîn

Roja 21ê Tebaxê, li Avusturya, bajarê Insbruckê siyasetmedarê kurd Cemal Kavak dawî li jiyana xwe anî. Beriya ku ew were Ewropayê wî di nava partiyên weke HADEP, DEHAP û DTPê de berpirsyartî girtibû ser xwe û xwedî kedekê bêhempa bû. Bi taybetî dema ku Cemal Kavak serokê DEHAPê yê beşê Stenbolê bû wî karêkê lewend meşandibû. Jiber karê wî yê lewend pir caran ew hatibû binçavkirin û lidijî wî doz hatibûn vekirin. Weke pir rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan, Cemal Kavak jî neçar ma ku bikeve ser rêya Ewropayê.

Piştî ku Cemal Kavak hate Ewropayê min jî wî ji nêzîk ve nas kir. Di nava karê CDKê de bi fedekarî cih girt. Di hemû çalakiyan de Cemal Kavak hebû û li pêşî dimeşiya. Bi fizîkî ew li Ewropayê bû lê belê rihê wî li welat bû. Pir caran wuha digot « Heval ez fêrî jiyan û cureyê karê Ewropayê nebûm, wusa xûya ye ku ez ê fêr nebim jî ». Bi van gotinan Cemal Kavak dixwast nerazîbûna xwe a li hemberî jiyana li Ewropayê bide xûyan.

Weke piraniya rewşenbîrên kurd ku ji Kurdistanê dûr dijîn, Cemal Kavak jî herdem bi hesreta welat dijiya. Hêviyên wî hebûn ku rojekê vegere welat û li ser axa şirîn ya Kurdistanê bijî. Lê belê rêbazên jiyana egoîst ya li Ewropayê taqeta wî jê girt. Wî malbata xwe ya piçûk û ya mezin hîşt û berbi koçberiya herdem ve çû.

Di nava diyaspora Kurd a li Ewropayê de, mixabin kesên di rewşa borî a Cemal Kavak de pirr in. Bi hezaran rewşenbîr û kesayetiyên kurd neçar in ku li Ewropayê bijîn. Divê diyaspora kurd bi du beşan bê naskirin ; 1 : kesên ku dikarin biçin welat û li wê derê bijîn, 2 : Kesên ku, jiber sedemên siyasî nikarin biçin welat. Eger Cemal Kavak bikariba biçûya welat û bahata ez bawer im wî yê dawî li jiyana xwe neanîbûya. Lewre divê cihê « kesên ku dikarin biçin welat » û « kesên ku nikarin biçin welat » jihev cuda bê nas kirin. Mayîna bi daxwaza xwe li Ewropayê cuda ye, ya neçariyê cuda ye. Mixabin hin kes hene bê pirsgirêk diçin welat, li cur be cur bajarên Tirkiyê digerin û kêfa xwe dikin, lê belê di hin platforman de jî xwe weke endamê « Diyaspora penaber ya Kurd » dibînin. Divê ev kesana di derbarê Cemal Kavak de lêkolînekê baş bikin, daku xwe nas bikin.

Bûyera Hevalê Cemal lêkolînekê dixwaze. Çima kesekî weke Cemal Kavak, ku herdem bi jiyan û rihê germ dixûya, serî li rêbazekî wusan xist ? Lewre ez dibêm pêwîst e rewşa rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ku li Ewropayê dijîn wusan hêsan neyê dîtin. Bê guman kesên ku welat, tekoşîn û rewşa gel nafikirin nikarin vê mijarê fêm bikin. Kesên ku her salê carekî be jî diçin welat û tên jî vê mijarê fêm nakin. Lewre bar dikeve ser kesayetî û rêxistinên kurdan ên li Ewropayê.

Cemal Kavak ji nava me bar kir, lê belê rihê wî yê welathez û tekoşer li ba me ye. Tekoşîna bi dehan salan ku gelê me dimeşîne, li her çar parçeyên welat, li ser hîmê girêdana bi bîranîna şehîdan pêş ketiye. Hevalê Cemal jî yek ji wan şehîdan e. Cure û derfetên meşandina tekoşînê çawa dibe bila bibe, tu car wê bîranîna şehîdan neyê jibîr kirin.

Carekê din ez ji malbata Cemal Kavak re serxweşiyê dixwazim, ji wan re sebir û taqetê hêvî dikim.

Jêder: Bloga Faraşîn