Qurbaniyên Îtiyadê di Kirmaşanê de nîşanî xelkê hatin dayîn

20:32 - 29 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Pêşangeheke wêneyî ji berketiyên maddeyên hişber ku ketine nav kolanên bajarê Kirmaşanê, hate vekirin.

Li gora nûçeyan, di roja derbazbûyî de pêşangeheke wêneyî ya hunermendê Kurd Husên Îsa di hola mîrza Rezyê Kelhorî de hate vekirin ku zêdetir ji 30 wêneyan bi xwe digre.

Navê vê pêşangehê “Ji bodra dûmanê” ve ye, û heya destpêka hefteya bê, berdewam dibe.

Husên Îsa Hac derheq armanca vî karê bi “ÎSNA” ya parêzgeha Kirmaşanê ragehnad: Armanca me, ew e ku em derencamên îtiyadê di civakê de ji riya hunerê ve nîşan bidin.

Eva çardehemîn pêşangeha Hisên Îsa Hac e di warê dekomentarên civakî de.

Birêvebirê pêşangeha “Der Dexmêhayê Dûd” civata wênegirên Kirmaşanê ye ku Îsa Hac yek ji avakerên vê ye.

Ew wênegir zêdetir ji 30 salî ye ku mijûlî karê hunerî ye û di çendîn pêşangehên navxweyî û derekî de beşdarî kiriye.

Amarên fermî bas ji hebûna 60 hezar berketiyên bi madeyên hişber li parêzgeha Kirmaşanê de dikin ku li gora gotina çalakên medenî, ew rêjeya xwe li 150 hezar kesî dide.