Qirkirina Ermeniyan û Berpirsiyariya Kurdan…
15:31 - 28 Îlon 2012
Unknown Author
Îbrahîm GUÇLU
Îro, 24-ê Nîsanê ye. Ev roja ji bona ermeniyan rojeke gelek girîng e. Di vê rojê de Qirqirina Ermeniyan bû biryar. Ermenî û Dewleta tirk li benda axevtina serokkomarê Dewletên Yekgirtî yê Amerîkayê ne. Ku Obamayê di axevtina xwe de qala Qirqirina Ermeniyan bike û an na. Ez jî di vê rojê de dixwaxzim li ser Sedemên Qirqirina Ermeniyan û berpirsiyariya kurdan rawestim.
Di pirsa Qirkirina Ermeniyan de bi deh salan e, ku minaqeşe dom dikin. Di van salên dawî de jî bi giştî li ser pirsa Qirkirina Ermeniyan û sedemên Qirkirina Ermeniyan, berpirsiyarên Qirkirına Ermeniyan, di Qirkirina Ermeniyan de rola kurdan heye û an jî tune ye, heger rola kurdan heye ev rola çi ye, di çend kovaran de hat minaqeşe kirin.
Rewşenbîrên tirk û kurdan di van pirsan de bîrûreyên xwe diyar kirin.
Di wan minaqeşeyan de jî, di Qirkirina Ermeniyan de ji bona rola kurdan di navbeyna rewşenbîrên kurd de du nerîn derketin holê.
Gorî nerînekê, kurd jî di qirkirina kurdan de wek tirkan xwediyê roleke sereke, ne baş û xeter in. Gorî baweriya min ew nerîna, nerîneke populîst û ji deveran re mesaj bi rê dikir.
Nerînek jî ew bû ku di Qirkirina Ermeniyan de kurd fermî û desthilatdarî xwediyê berpirsiyarî nîn in. Ez bi xwe jî xwediyê vê nerînê me.
Loma, di Qirkirina Ermeniyan de rola kurdan, encama minaqeşeyên di Meclîsa Swêdê de bi nerîna Gulan Avciyî derneketiye holê. Gulan Avciyê jî, ji bona ku xwe super demokrat û realîst nîşan bide, kurd û bav-dê pîrên xwe di pirsa Qirkirina Ermeniyan de bi awayekî gelek vulgarî û bê vîcdanî tewanbar kir.
Li ser van nerînan rawestandin û rastî derxistina holê gelek girîng e. Lewra dema ku ev yeka nebe, di pêşerojê de ji bona kurdan, hem di pêwendiyên ermeniyan û kurdan de û hem jî di dîplomasiya navneteweyî de ji bona kurdan xeteriyeke mezin tîne rojevê.
Ez divê li vir rastiyeke din jî bînim ser zimên ku reweşenbîrên tirk yên ku Qirkirina Ermeniyan dipejirînin jî, di Qirkirina Ermeniyan de rola kurdan bi awayê beşek rewşenbîrên kurd diyar nakin û nînin ser zimên. Di demên buhurî de dema ku Orhan Mirogluyî û HADEPîyan/DTPêyiyan ev nerîna anîn ser zimên, rewşenbîrên tirk yên rasyonel û rastî dizanîn, şaş man.
Nîjadperestên tirkan, ji bona ku Qirkirina Ermeniyan napejirînın û qebûl nakin, rewşeke gelek xwezayî ye ku ew jî di Qirkirina Ermeniyan de ji rola kurdan hîç bahs nakin.
Qirkirina (Jenosîda) Ermeniyan rastiyek û realîtek e….
Wek tê zanîn li ser Qirkirina Ermeniyan li dinyayê û li Tirkiyeyê bi dehan salan e ku minaqeşe dom dikin. Bi taybetî jî ev minaqeşeyaa gelek xwezayî ye ku ji aliyê Ermenîstanê û bi taybetî jî ji aliyê Dîasporaya Ermeniyan de li derveyî Ermenîstanê tê meşandin. Di encamê de jî Dîasporaya Ermeniyan li dinyayê li gelek welat û dewletan bi serket. Wek we di nivîsa xwe de diyarkirî ne bes li 19 welat-dewletan, li 42 dewletan Qirkirina Ermeniyan hatiye pejirandin. Li Dewleta Yekgirtî ya Amerîkayê (DYA) jî, ji aliyê Meclîsa gelek Eyaletan de Qirkirina Ermeniyan hatiye pejirandin. Bes li Meclîs û Kongreya DYA-yê Qirkirina Ermeniyan fermî nehatiye pejirandin. Lê piştî ku di Komîsyona Pêwendiya Derve ya Kongreya DYA-yê de Qirkirina Ermeniyan hat pejirandin, ji bona ku bi tevayî ji aliyê Kongre û Meclîsa DYA-yê de Qirkirina Ermeniyan bê qebûl kirin, gaveke mezin hat avêtin. Tirk jî ji vê yekê ditirsin.
Rastî û realîtebûna Qirkirina Ermeniyan, bi biryarên dewletan jî dernakeve holê. Bûyerên dîrokî û bûyerên hatine qewimandin û encamên ji aliyê Neteweya Ermenî de derketine holê, vê rastiyê û realîteyê derdixe holê.
Di vê pirsê de ez jî teref im, ku Neteweya Ermenî hatiye qirkirin. Ji bona vê yekê gelek belgeyan ez naxwazim nûha pêşkêş bikim. Ez di vê pirsê de pirtûka Recep Maraşliyî, nerînên nivîskar Taner Akçamî; lêkolîner, nivîskar, aqademîsyen, dîrokzane Halîl Berktayî wek referans diyar dikim. Ez jî bi giştî bi wan nerînan re me.
Dema ku di Parlamentoya Fransayê de Qirkirina Ermeniyan hat pejirandin, min jî li Mersînê di civîneke çapemenî de piştgirî ji vê biryarê re kir û min got ku “piştî Qirkirina Ermeniyan dê dora li dinyayê bê Qirkirina Neteweya kurd. Divê Tirk beriya vê, divê bi xwe bipejirînin ku jenosîda Ermeniyan û Kurdan hatiye kirin. Wê demê dikarin ji van baran xelas bibin.”
Ez encamên van nerînên xwe, ji aliyê DGM a Edaneyê de hatim ceza kirin û ez hepis bûm.
Piştî Qirkirina Ermeniyan, Îtthat Terakkîciyan hem di merheleya avakirina Komara Tirkiyeyê de û hem jî piştî ku Komara Tirkiyeyê ava bû, Siyaseta Qirkirina Kurdan domandin. Ev Qirkirina kurdan parçe-parçe û bi gelek awayan domand. Beriya her tiştekî piştî ku Komara Tirkiyeyê ava bû, li Komara Tirkiyeyê tunebûna kurdan, tirkirina kurdan wek siyaseteke fermî hat pejirandin. Ji bona ku kurd ji holê rabin, siyaseteke domdar û îdeolojîk û bi istîkrar hat pejirandin. Pişt re jî, encama ew siyaseta nîjadperestî Qirkirina Kurdan, encama serîhildanên neteweya kurd ket rojevê.
Ev siyaseta, Komara Tirkiyeyê berdewamiya siyaseta Îtthat Terekkîciyan ya dema Împaretoriya Osmanî bû. Ev jî derdixe holê ku Îtthat Terakkîciyan bi zanyarî û bi plan Neteweya Ermenî ji holê rakirine.
Îttîhat Terakkîciyan nikarîn Neteweya Kurd bi tevayî ji holê rakin. Lewra ji bona vê gelek sedem hebûn. Sedema yekemîn, parçebûna neteweya kurd bû. Tê zanîn ku Neteweya kurd û Kurdistan di sala 1639-an de Encama Peymana Qesr-î Şêrînê bûbû du parçe û parçeyek jî ketibû bin desthilatdarî û bandora împaratoriya Farisî. Pişt re jî Kurdistan encama Peymana Lozanê bû çar parçe. Îtthat Terakkîciyan her çiqas dixwestin ku kurdên di bin desthilatdariya wan de ji jenosîdê jî derbas bikin, ne dikarîn di herêmên di bin desthilatdariya ereb û farisan de Qirqirina Kurdan pêk bînin. Sedeman duyemîn, Neteweya Kurd, neteweyekî musilman bû. Musilmanbûna kurdan, bi tevayî pêşiya qirkirinê digirt. Lewra di qirkirina ermeniyan de rola hirîstiyantiyê gelek mezin bû. Wek ezê li rêzên jerîn jî diyar bikim, kurd jî, encama ev siyaseta Îtthat Terakkîciyan bûn wesitaya kuştina ermeniyan. Îttîhat Terakkîcîyan nedikarîn ku musilmantiyê ji bona qirkirinê bikin sedem û miletê xwe jî qane bikin. Sedema seyemîn jî, Îttîhat Terakkîciyan gihîştibûn wê qenaetê û an jî ew şertan pêk anîn bûn, ku kurd ji Komara Tirkiyeyê venaqetin û dewleteke serbixwe ava nekin.
Sedema qirkirina ermeniyan…
Qirkirina Ermeniyan di şertên gelek taybet de hat rojevê. Wek tê zanîn di Împeratoriya Osmanî de gelek neteweyên xiristiyan û musilman demeke dirêj bi hev re jiyan meşandin. Her çiqas di Sîstema Osmanî ya Fedoalî ya merkezî de, di navbeyna desthilatdariya Osmanî û neteweyên din de pirsgirêk hebûn jî, ev pirsgirêk bi awayekî dihatin çareser kirin. Lê piştî ku Îttîhat Terakkîciyan xwestin ku Împeratoriya Osmanî bikin dewleteke tirk û neteweyî, nekokiya di navbeyna neteweyan û desthilatdariya/karbidestiya Osmanî derket holê. Bi taybetî jî, ew ne rehetî û nekokî di navbeyna desthilatdarî û neteweyên xiristiyan de zêdetir, kûrtir û dijwartir bû.
Ev nerehetiyan piştî demekê, gihîştin qonaxeke nû. Neteweyên xiristiyan yên li balqanan dijîn, ji bona ku dewletên xwe yên serbixwe ava bikin, dest bi şer kirin. Ev şerê di navbeyna gelên balqanan û desthilatdariya Osmanî de bi serkeftin û bi dewletên serbixwe yên neteweyên balqanan dawî hat.
Vê yekê siyaseta Îttihat Terakkîciyan li dijî neteweyên xiristiyan dijwartir kir. Ermenî jî, neteweyekî ne musilman bû, neteweyeke xiristiyan bû. İttîhat Terakkîciyan ditirsiyan û mitlaq dipejirandin ku ermeniyên ji bona dewleta xwe bikevin nav hewildenek û têkoşînekê. Rastî jî ermenî, ji bona dewleteke serbixwe xwediyê hewildenekê bûn. Ji bona vê Îttîhat Terakkîciyan ev siyaseta qirkirinê xistin rojevê û di Qirkirina Ermeniyan de jî bi serketin.
Sedemeke din yan girîng jî ew bû ku her çiqas kurd neteweyekî musilman bin jî, kurd jî neteweyî hîndu-ewrupayî bû. Ji bona vê dema ku Ermenî dewleteke serbixwe ava bikin, ev ji bona kurdan jî, rê vedike. Îttîhat Terakkîciyan dema ku Ermenî Qirkirin di heman dem de pêşiya dewletbûna kurdan girtin.
Ev rastiya dîrokî jî, piştî Şerê Cîhanî ya 1-emîn derket holê. Di sala 1920-an de bi Peymana Sewrê hat pejirandin ku di nav pêvajoyê de û girêdayî çend mekanîzma û sîstemên navneteweyî, Kurd û Ermenî bibin dewlet. Ji bona ku Ermenî hatibûn qirkirin, ev peymana neket jiyanê. Lewra Ermenî ji holê hatibûn rakirin û şertên wan yê ku dewleteke serbixwe ava bikin, nemabû. Di heman dem de ji bona kurdan jî encama siyaseta nîjadperestî ya Îttîhat Terakkîciyan derfet nema bû ku Peymana Sewrê pêk bê û dewleteke kurd ava bibe.
Ji bona vê yekê Îttîhat Terakkîciyan kurd ji tawana/sucê xwe re kirin şerîk. Kurdan bi ew helwesta xwe, qirkirina xwe jî amade kirin.
Di qirqirna ermeniyan de rola kurdan a fermî û desthilatdarî tune ye…
Dema ku Îttîhat Terakkîciyan Qirqirina Ermeniyan xistibûn rojevê û dest bi qirkirina ermeniyan kiribûn, wek min li rêzên jorîn jî qal kir, sedema bingehî pêşî li dewletbûna ermeniyan girtibûn. Lê Îttîhat Terakkîciyan ev sedema vedişartin, li hemberî ermeniyan dijminitîya xiristiyantiyê derdixistin pêş. Armanca esasî manupîlê dikirin. Îttîhat Terakkîciyan diyar dikirin ku ev şera, şerê musilman û xiristiyanan e. Ev şera berdewamiya şerê Xaçiyan e.
Dîsa Îttîhat Terakkîciyan, îdia dikir ku ermenî bi dewletên Ewrupayî û miletên xiristiyan di hev heywendiyekê de ku musilmanan û Dewleta Osmanî ji holê rakin. Ew jî ji bona ku ji ermeniyan re dijiminitî xurt bibe, dibû sedemeke girîng.
Îttîhat Terakkîciyan dema ku sedema qirkirina ermeniyan manupîle kirin, wê demê hem gelê tirk û hem jî neteweya kurd jî gelek bi hêsanî bi kar anîn. Lewra kurd jî, neteweyekî musilman bû. Armanca wan ya dewletbûnê jî hatibû tarî kirin û şêlû kirin.
Di hemandem de Îttîhat Terakkîciyan ji paşvemayîna kurdan jî îstifade kir. Lewra kurd di berjewendiya xwe ya neteweyî de zanyar nebûn. Îttîhat Terakkîciyan wek îro, dost û dijminên kurdan li ber kurdan tevlihev kiribû.
Kurdan jî, ne ku bi armanca ermeniyan ji holê rakin û qirbikin, beşdarî tawana Îttîhat Terakkîciyan bûn. Ji bona ku musilmaniyê biparêzin beşdarî guneh û tawana îttîhat Terakkîciyan bûn.
Yek jî hemû kurd ne, beşekî biçûk kurd bi tawana Îttîhat Terakkîcîyan re bûne şerîk. Piraniya kurdan jî, ji bona ku ermeniyan xelas bikin hewil dan. Di van hewildanên xwe de jî bi serketin û gelek ermenî xelas kirin.
Îttîhat Terakkîciyan qasî musilmantiyê, hîs û hestên kurdan yên maldarî jî îstismar kirin. Rê li ber temahkaran vekirin ku dema ku ermenî ji holê rabin, ew kurdên beşdarî qirkirina ermeniyan bûne, dê bibin xwediyê mal û mulkê ermeniyan. Ev temahkarî jî bû sedem ku beşek kurdên temahkar, beşdarî tawan û sucê Îttîhat Terakkîciyan bin. Lê di encamê de ev kurdên temahkar tu qezencek nekirin, paşeroja zarokên xwe wenda kirin. Ketin bin berpirsiyariyeke mezin ya psîkoljîk û însanî û dîrokî.
Îttîhat Terakkîciyan dema ku kurd bi tawana xwe ya jenosîda ermeniyan re kirin şerîk, di heman dem de armanca wan ya bingehî û stratejîk ew bû, ku kurdan ji neteweyên xiristiyan û ewrupayî dûr bixe. Dema ku kurdan ji bona serxwebûn û azadiya xwe dest bi şer kirin, xwestin ku dewleteke serbixwe ava bikin; rastî jî Tevgera Kurd bêpiştgir ma. Ewrupayî di qirkirina û parçiqandina mafên kurdan de bêdeng man.
Dîsa ez di wê baweriyê de me ku li hemberî serîhildanên kurdan, ev siyaseta Îttîhat terakkîciyan bi serket. Kurdan piştgiriya neteweyên xiristiyan û ewrupayî wernegirtin.
Lê tiştekî aşkere heye, dema ku beşek kurd beşdarî tawana Îttîhat Terakkîciyan bûn; desthilatdar nebûn, bindest bûn. Kurd neteweyekî serbixwe û azad nebû, neteweyeke kolonî û girêdayî bû. Kurd xwediyê hikumet nebûn. Kurd xwediyê biryareke sebixwe nebûn. Ji bona vê îradeya kurdan biryar nedaye ku Ermenî bên qirkirin. Kurdan, biryara Îttîhat Terakkîciyan û Osmaniyan pêk anîn û tetbîq kirin.
Tê gotin ku Alayên Hemîdiyê jî beşdarî Qirkirina Ermeniyan bûne. Alayên Hemîdiyê jî, ji bona ku ji kurdan pêk dihatin û wê demê kurd jî beşdarî Qirkirina Ermeniyan bûne û ji Qirqirina Ermeniyan berpirsiyar in.
Tiştekî aşkere û bê minaqeşe heye ku Alayên Hemîdiyê hêzên desthilatdariya kurd û hikumeta kurd nîn in. Hêzên İmperatoriya Osmanî ne. Di vê merheleyê çawa ku Parêzgerên Gundan, hêza Dewleta Tirk e, ji çalakî û karên wan Dewleta Tirk berpirsiyar e, ji karên Alayên Hemîdiyê jî, kurd ne, Împeratoriya Osmanî berpirsiyar e.
Loma jî, neteweya kurd di Qirkirina Ermeniyan de xwediyê berpirsiyariyeke fermî û desthilatdarî nîne.
Ev nerîna ku kurdan di Qirkirina Ermeniyan de berpirsiyar nîşan dide, bi zanatî û bi nezanatî zerar dide kurdan. Ev nerîna dê kurdan ji hêzên navneteweyî dûr bixe.
Neteweyên musilman yên li Rojhilata navîn raste rast û yên li dever/welatên din ne raste rast ji kurdan re dijmin in, bes neteweyên xiristiyan dikarin ji kurdan re piştgir bin. Encama ev nerînan ew pir a jî dê bê hilweşandin.
Jêder: Gelawêj