Qezayek diltezîn a terafîkê li Sine

14:13 - 31 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Helbestvanekî ciwan yê Kurd li Sineya Rojhilatê Kurdistanê, li bûyereke terafîkê jiyana xwe ji dest da. Di wê qezayê de her wiha, birayekî wî mir û yek jî birîndarbû.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Peyman Muradî helbestvan û hunermendê ciwan ê Kurd, bi sedema qezayeke terafîkê li cadeya Merîwana Rojhilatê Kurdistanê dawî bi jiyana xwe anî. Di wê bûyerê de ku roja înê 29`ê gulana 2015`an qewimî, birayekî wî hunermendî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Birayê birîndar niha li nexweşxaneyeke bajarê sine, bin çavdêriya bijîşkî da ye.

Peyman Muradî, xwendekarê beşa endaziyarî li zanîngeha “Peyamnûr” û herwisa endamê saziya “Raje ”ya Sine bû.

Peyman Muradî helbestvanê Kurd yê di qezaya Terafîkê de jiyana xwe jidet dayî

Gorî amarên Birêveberiya Pizîşkî a parêzgeha Sine, di sala borî de 361 kesan di qezaya terafîkê de jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha navenda Otopsî (pizîşk yasa) ya Îranê li ser pirsa bûyerên terafîkê ragihandiye: Di 17 salên borî de, li ser hev 362 hezar û 784 kesan, bi sedema bûyerên terafîkê dawî bi jiyana xwe anîne. Ji wan 289 hezar û 543 kes mêr û 73 hezar û 241 kes jî jin bûne.