Qedexekirina navên Kurdî li kudistanê

15:20 - 12 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Li parêzgeha Kirmaşanê ku sedî 98 ji şêniyên wê Kurd in, qeydkirina navên Kurdî bo zarokan di nasnameyê de nayê pejirandin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, qedexekirina navên resen yên Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê nemaze li Kirmaşanê berdewame. Hilbijartina wan navan bo zarokan ji aliyê hikûmetê ve tê red kirin.

Nûçeya sansorkirina navên Kurdî bo zarokan ji aliyê Husên Nezerî, cîgirê Birêveberiya Giştî ya Qeydkirina Nasnameyan(îdare Kotikê) li Kirmaşanê hat ragihandin. Navbirî hilbijartina wan navan bo zarokan wek navên biyanî yan navên derekî û xirîstiyanî destnîşan kiribû.

\"26511.jpg\"
Navên kurdî yên resen wek Xebat, Medya, Rûken û …hwd, ji ber ku cem Farisan wateya wan nayê zanîn, ji aliyê navenda qeydkirna nasnameyan ve tê redkirin.

Ji aliyekî din ve, ragihandin û medyayên hikûmetî li Îranê de ji ber girîng nebûna navên Kurdî cem wan, bi awayekî xemsarane û berqesd navên kurdî yên ji parzînkê derbasbûyî de jî bi şaş dinivîsînin. bo mînak; Xebat bi “Xebak” didin nivîsandin û heya navê Kurdî yê “Zanist” qet bi nav nahesibînin û di hejmara navên derekî û biyanî de binav dikin.

Navê wek Suşiya(bi wateya soz pêhatî dayîn di ola Zerseşt de) jî, bi heceta têkildar bûn ligel ola Zerdeşt û baş bilêvnekirina wî navî, li Îranê di nasnameyên Kurdî de nayê nqeyd kirin.

Ew gotinên jorîn di demekê de ne ku li welatê Îranê navên 14 îmamên Şîeyan bi hêsanî di nasmeyên zarokên Kurdsan de tên nivîsîn.

Hêjayî gotinê ye hikûmeta Îslamiya Îranê tenê li gel navên Kurdî yên zarokan di nasnameyan de dijberiyê nake, belkî binavkirina şeqam û kolanan jî bi navên Kurdî qedexe dike; bo mînak wan dawiyanae li Urmiyê navên Kurdî yên çendîn şeqam û kolanan bi azerî û farsî hat veguhertin. Li bajarên rojhilata Kurdistanê de karbidestên hikûmetî heya dukandaran jî neçar dikin ku navên Kurdî yên ser merket û tabloyan bi farsî bidin guherandin.