Qadir Ebdullazade bo girtîgeha Urmiyê hate veguheztin

23:18 - 12 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Qadir Ebdullazade, xwendekarê girtî piştî derbazbûna du meh girtinê, bo girtîgeha Urmiyê hat veguheztin.

Li gor nûçegehaniyan, Qadir Ebdulazade di meha Rezber de ji aliyê Wezareta îtilaat a rejîma komara îslamî ve hatiye destbiser kirin, û piştî nêzk bi 50 roj ragirtinê, ji bo vekolînê veguheztin bo girtîgeha Urmiyê.

Navbirî bi tawana hewldan bo têkdana asayêşa giştî û tenahiya netewî ew ceza bi ser de hatiye sepandin.

Qadir Ebdullazade, xwendekarê liqa Şîmî a zanîngeha Mehabadê ye û niha di benda 4 a girtîgeha Urmiyê de ye û çavnihêriya dadgeha duyem dike.