Qaçaxçiyên sivoreyan li Kurdistanê biser neket in

14:43 - 23 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Du barên sivoreyên rojhilatê Kurdistanê ku qaçaqçiyên jiyana ajalên hov yên Zagros, nêt (niyeta) a derxistina wan bo derveyî welat hebûn, dest bi ser de hat in girtin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di çend rojên borî de du barên sivoreyên Kurdistanê ku 219 sivore bi xwe digirt in, li parêzgeha Sine (Kurdistan), ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmeta Îslamiya Îranê ve hatin girtin û teslîmî birêveberiya giştî ya Parastina Xweza û Elkolojî ya Sine hatin kirin.

Ew hejmara simoran piştre li daristanên Bane û Merîwana rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hezkiriyên xwezayê ve hatin azad kirin.

Çalakvanên jîngeh parêzî li Kurdistanê sedemeke sereke ya hişik bûna daristanên berû yên zagrosê, nebûna sincaban destnîşan dikin; çimkî ew ajal bi belav kirina tovên berûyan pêşî ji kêm bûna wan cureyên daran digrin.

Gorî gotina berpirsên jîngehparêz yên rojhilatê Kurdstanê, nêzî 14 cûneyên ajalan wek; hirça gewir, piling, keroşk, pisîka hov, pisîka darstanî, seyê avî, kel û bizinên kovî, beran û mihên Ermenî, teyrên bi rengên zer, Homa(teyrika hîmaya rehmetê), teyrê sîsark ê goştxwer, sivoreya agirîn, sivore û teyrên marxwer, bin xetereyan birandinê de ne .