PKK ji şer bo çar perçeyên Kurdistanê ve heya şer di gel çar perçeyên Kurdistanê

14:39 - 10 Hezîran 2015
Unknown Author
Rêbaz Kurdo (Master di siyaseta navdewletî de)

PKK di bakûra Kurdistanê di sala 1979’an de hate avakirin ku wê demê ji çend kesan zêdetir nebûn, û di hewla darêtina stratejiya xebatê û diyarîkirina şêwazên xebatê bûn. Di sala 1993 û 94 şûşnda PKK xebata çekdarî dets pê kir. Çend sal berê di Tirkiyê de derbe çêbibû, û Kemalîstan deshilat qorix kiribûn, û bi hemû awayekî hewl didan ku nasnameya Kurdan ji holê rakin.

Ji wê demê şûnda xebata PKK du qonaxan bi xwe ve digre:

Yekem: Hilbijartina diruşma serxwebûna Kurdistana mezin, û bi hev re girêdana xebata çar perçeyên Kurdistanê bi xebata çekdarî ya PKK ve, û dawî car ragehnadina dewleta Kurdî heya sala 1998’an wate, sala girtina birêz Ocalan li Kinyayê, ew partî ji dola Beqa’i ya Lubnanê çekdarên xwe perwerde dikirin, û beşa siyasî jî di Dîmeşqê de mêhvanê Hafiz Esed bûn. Ew yek hevdem di gel helandina nasnameya Kurdên Rojava ji aliyê Hafiz Esed û partiya Be’s ya Sûriyê bû. Lê Apo dpstatiya Sûriyeya dijî Kurd hilbijart, bi vê sedemê ku Sûriyê di gel Tirkiyê li ser avê kêşe hene. Wate ji be rku Tirkiyê carina ava çemê Foratê li ser Sûriyê girê dide, lewra Sûriye jî PKK wekî karta zextê di hemberî wî karê Tirkiyê de bi kar dianî.

Piştî vê ku Tirkiyê gefa êrîşkirinê li Sûriyê xwar, ku dibe Apo li Sûriyê derxîne, Apo ber bi Îtalya û Rûsiyê ve çû, lê tu yek ji wan welatan nexwastin ku mafê penaberiyê bidin wî. Piştre berê xwe da Yunanê, û Tirkiyê ji riya SIA û Mûsadê ve zext xiste ser Yunanê, lewra ber bi kinyayê ve çû û hate girtin. Xala balkêş ew e ku bi sedema kiryarên terorîstî ên PKK ve, tu yek ji welatên Ewropayî û heya dostên Kurd jî, wekî Swîd û Fransayê amade nebûn ku mafê penaberiyê bidin Ocalan. Ji ber ku wê demê bi sedema kar û kiryarên PKK ragirtina Ocalan derbek bû ku li laşê dîroka çendsed salî ya Ewropiyan dihate dan.

Piştî girtina Ocalan PKK stratejiya xwe guherî û dev ji dewleta serbixwe anî, û otonomiya demokratîk ragehand. Poşmanbûna ji dewleta Kurdî, bi xwe kalfamiya serkirdeyên PKK derxist, ku diruşmên mezin hilgirtibûn, û taze têgihîtibûn ku nikarin vî karî bikin. Di bîra me de be, ku PKK dema xwe hemû ew partiyên ku di çar perçeyên Kurdistanê de diruşma Otonomiyê hilgirtibûn wekî caş û îxanetkat bi nav dikir, û digot Bakûr Başûr Rojhilat, yek welat û yek xebat. Lê gellek nekêşa ku ne siyasîbûna serkirdeyên PKK derket, û dev ji vê diruşmê berdan ku nedikarîn cî bi cî bikin. Destpêkê de agirbir ragehand. Ji wir şûnda stratejiya wan ew bû ku agirbesê ragehînin, û piştî heyamekê êrîşê bike ser Tirkiyê.

Heya sala 2004’an ew karê PKK berdewam bû, û piştî vê ku AKP hate ser kar û hinek reformên medenî û siyasî û aborî di Tirkiyê de encam dan, û Tirkiye vejiyand, vê pirosesê Kurd jî bi xwe ve girtin, û rewşa vekirina siyasî dest pê kir.

Di vê qonaxê de PKK gotûbêj hevdem di gel agirbir û êrîşkirinê girte pêşiya xwe. Û berdewam li gorî gotina şirovekarên pirsên tirkiyê ku piraniya wan bîhanî ne, û bi baweriya vê pênûsê ,, eva PKK ye ku nhaêle piroseya aştiyê were çareser kirin, û Kurd di vê perçeyê de bigihîjin mafên xwe. Her demekê ku Tirkiyê xwastiye ku di gel Kurdan bigihîje encameke baş, PKK êrîş kiriye yan karek kiriye ku pirose ragirtine.

-Ji serbixweyî re heya mafê hevwelatîbûna tak

PKK ku diruşma serbixweyiya Kurdistanê hilgirtibû, û tu kes hêjayî vê nedizanî ku xeynî wan bas ji vî karî bike, yan jî di vê çarçoveyê de bikeve nav hewldanan de, gellek zû ji hemû perçeyan hêz wergirt, ji hêzên Başûr û Rojhilat ku diçûn nav PKK zimanê soranî qedexe kir, û zimanê Kirmancî bû zimanê sereke yê vê partiytê, bas kirin ji serkirdeyên wekî Pêşewa û Barzanî û Qasimlo wekî tawan dizanîn û cizaya wê derkirin bû, û hemû jî wekî caş dihesibandin, û piştî girtina Ocalan ku diruşma serbixweyiyê rakirin, û hate ser otonomiya demokratîk, diyar e ku hilgitina vê diruşmê jî wekî serbixweyiyê, bilez û wekî kalfamî hate wergirtin, bi bêy vê ku biyavê erdnîgarî yê Tirkiyê û rewşa siyasî û aborî ya Tirkiyê, û Kurdistana Bakûr şirove bikin, bilez ew dirum danîn, û gellek nekêşa ku dev ji otonomiyê berdan û ji sala 2004’an şûnda diruşma hevwelatîbûna demokratîk hilbijartin.

Kêmkirina xwestekên neteweyî di nav PKK de ji dema avakirinê heya niha roj li pey rojê zêde bûye. Wan heya tu demekê sirûda Ey Reqîb û alaya Kurdistanê jî qebûl nekirine. Ecêb ew e ku ew partiya ku bi diruşman, mafê neteweyî naxwaze, û mafê hevwelatîbûnê dixwaze, ji her çar perçeyênKurdistanê hêzê werdigre, û gerîla bi vê yekê xapandine ku gotina rojek ji rojan ku Îsa hate xwarê, emê dewleta Kurdî ji we re ragehînin.

-Şerfirotina bi perçeyên Kurdistanê
Başûra Kurdistanê


Me got ku PKK di detspêkê de xwe wekî rigarîderê Kurd da nasandin, û diruşma sewrebixweyiyê hilgirt û hêz ji çar perçeyan wergirt, lewra her zû bîr ji vê yekê kirin ku bo perçeyên din jî partiyeke wekî ya PKK ku di ban nifûza PKK û çiqeke PKK be, ava bikin. Di Başûra Kurdistanê de PÇDK ava kirin, û ew partiya ku çalakiyên wê azad bûn, bi rohnî li dijî partiyên Başûra Kurdistanê çalakî kirin, û wekî caş bi nav kirin, û xelkê li dijî wan pal tûj dikirin, û agirê şerê birakujiyê di nav xelkê xwe de geş dikirin. PÇDK ku mêhvanê Başûriyan bû, daxwaza beşa xwe jî ji wan dikir. Û daxwaza mafê deng û kursî û deshilatê jî kir, û destêwerdana PKK gihaye wê astê ku deshilatdarên Herêmê neçar bûn ku vê partiyê bi ne yasayî ragehînin û nivîsîngeha wan dabixin. Bi daxistina PÇDK nexweşiya apoçîtiyê di Başûra Kurdistanê de nebiriya, belkû PKK bi xwe dets bi liv û tevgerê kir, û bi eşkere pilan li dijî Herêma Kurdistanê dadinîn.

Karê PKK tenê siyasî nebû li Başûr, belkû şerê birakujiyê jî kir. Di vê perçeyê de di bîra me de ye ku disalên 1992 heya 1995’an PKK şer bi PDK firot û şerê birakujiyê dest pê kir, û gellek pêşmergeyên PDK şehîd kirin, û heya gefa êrîşa li dijî Herêmê jî li wan dixwra.

Qonaxa nû ya destêwerdana PKK di Başûra Kurdistanê de

Piştî vê ku DAÎŞ’ê serî hilda, û rû kire Herêma Kurdistanê, PKK ragehand ku wekî Kurd li rex pêşmergeyan li dijî DAÎŞ wê şer bike, û Kurdistan xaka me hemiyan e û em rê nadin terorîstan ku gefê li xaka me bixwin. Wan destpêkê de, piştî vê ku pêşmerge ji Şingalê reviyan, derfet bi kar anîn û di gel YPG çûne nav vî bajarî de, bi bêy vê ku Herêma Kurdistanê rê dabe wan, yan jî daxwaza alîkariyê ji wan kiribe.

Ew çûne nav bajar û piştî şerekî zaf li cem pêşmerge, û nemana metirsiya DAÎŞ, PKK nedixwast ku ji Şingalê derkeve, û niha jî naxwaze. Wan gotin ku me bi xwe ew der azad kiriye, ya me ye, û em nahêlin ku ew der bikeve ser Herêmê, û em ê kantonê jê re danên. Di xaka Herêma Kurdistanê de, ku PKK mêhvan e, daxwaza xakê dike, û heya mijûl bû ku şer bi pêşmerge bifiroşe, ş birakujiyê çêbike, lê piştî nerizayetiya xelkê Şingalê, û eşkerekirina bêzariyê ji vê bîrokeya qirêj ya PKK, û zexta Serokê Herêmê û Hikûmeta Herêmê bona vê ku PKK ji Şingalê derkeve, wan got Şingal nabe here ser Herêmê, û dibe yan serbixwe be, yan bibe kanton, yan jî ser bi Bexdayê be. Dema ku zanîn xelkê Şingalê ji wan bêzar in, vêca Doran kalkan ku Kurd nine, û Azeriyê Komara Azerbaycanê ye, û serkirdeyekî payebilind ê PKK ye, wisa nîşan dida ku ewê Azerî ji Mesûd Barzanî bo xelkê Kurdistanê silsojtir e, lewra daxwaz kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê biherife û nemîne.

Bêguman hekî Herêma Kurdistanê piştevaniya wê ya navdewletî û hêza pêşmerge nebûya, PKK ji mêjdem ve êrîş kiribû, û xelkê Herêma Kurdistanê qie dikir.

Rojhilata Kurdistanê

Piştî vê ku partiyê Rojhilat berê xwe dane aliyê din yê sînorê Başûra Kurdistanê, û xebata çekdarî nema, PKK derfet bi kar anî, û detspêkê de hate Qendîlê ku êvirgeha Demokrat bû, û ew der girt û bi tenê li wir hukm dikir, û piştre dîsan nesekinî, û partiya tezwîr ya PJAK jê re danî, û hêz jê re wergirt, û bi tundî propagende dikir ku Demokrat û Komele caş û îxanetkar in, û dibe rû bikinApo rizgarîderê Kurdan.
PKK di destpêka sazkirina PJAK de soz da, ku zaravayê Soranî, û zaravayê piraniya xelkê Rojhilat e bi Erdelanî û Mokriyanî ve rake, û bike Kurmancî, wate endamên wê her di detspêkê de zaravayê Soranî rakin û bi Kurmancî baxivin.

PKK û PJAK ji sala 1997’an şûnda ku PJAK hat, xeynî rût û talankirina kolberê bedbext li ser sînoran, ku bi pişta xwe navê şevê ji malbata xwe re tîne, û kuştina serbazên bedbext ên Kurd û Îranî, tu tiştekî din nekiriye.

PKK ji riya PJAK ve hewl daye ku xelkê Rojhilat dev ji partiyên xwe berdin, û herin nav refa PKK de, û ji bo xebat Bakûr tekoşînê bikin, lê bas ji xebata rojhilata Kurdistanê nekin. Ji sala 1980’î şûnda hejmara wan Rojhilatiyên ku ji bo xebata Rojhilata Kurdistanê hatine kuştin, nagihîje hejma tiliyên destan, lê bi sedan ji wna di Tirkiyê de hatine kuştin ku xelkê Mehabad, Sine, Merîwan, û ...hwd bûne.

PKK di destpêka dewlera reformxwazan de, digel Îranê li hev kir, û bû dardestê Îranê û sînorparêzê Îranê, û sînor ji wan re ragirtin û nehêla ku tu pêşmergeyekî Demokrat û Komelê bêne Rojhilat. Heya çend caran ewên ku dixwastin herin nav refên Demokrat, revandin û li Qendîlê bi zorî tevlî refên xwe kirin.

Bûyera herî qirêj û ciyê serşoriyê, kuştina neh kesan ji pêşmergeyên Yekîtiya Şoreşgêran bûn, ku termê hemiyan radestî Îranê kirin.
PKK niha dardestê Îranê ye, û li Qendîlê li dijî Herêma Kurdistanê û li dijî Tirkiyê, û li dijî Kurdê Rojhilat û li dijî Rojava tekoşînê dike.
Di vê heyamê de berdewam çek û teqemenî û kinc û xurek û derman digihîje destên wan, û wê partiya ku daxwaza Kurdistana serbixwe dikir, niha bûye gurdaneke Spaha Pasdaran û çiqeke Spaha Quds û dardestê Îranê, di herêmê de, û li dijî xelkê her çar perçeyên Kurdistanê ye.

PKK bi tewahî hewl daye ku dîroka xebata xelkê Rojhilata Kurdistanê berevajî nîşan bide, û hewl dide ku Komara Kurdistanê jî berevajî bike, û xebata piştî şoreşa gelên Îranê û bi taybetî xebata Kurdan berevajî bike, û serkirdatiya Komele û Demokrat wekî îxanetkar nîşan bide, û nehêle ku ciwanên welat herin nav refên pêşmerge de, lewra sînor ji Îranê re diparêze.

Ez daxwazê dikim ku alîgirên PKK yek mînakî bidin ku gelo wan çiqas êrîşî ser Îranê kirine, ku ji bo mafê xelkê Rojhilat be. Lê di hember de em dibînin ku kuştina Kurdên Îranê bi navê bikaranîna madeyên hişber bêqas e. Li ser sînoran ew kolberan talan dikin, û nahêlin ku pêşmerge herin nav Rojhilat de, û şer difiroşe wan.

Gelo çawa dibe ku digel dagîrkerê Kurdistanê dost û hevalbend bî, û daxwaza serbixweyiyê jî bikî, û çek û teqemeniyan û kincan jê wergirî, û heya li ber Îranê, digel Tirkiyê li ser mafê Kurdan gotûbêjê têk bidî.

Rojavaya Kurdistanê

Destpêkê de ku PKK hate avakirin, PKK di mala Hafiz Esed dagîrkerê Kurdistanê de mêhvan bû, Hafiz Esed Kurd serkut dikir, nasname nedida wan, û mafê jiyanê ji wan standibû. Wê demê PKK basê mafê Kurdên Sûriyê bi tu awayî nedikir.

Ne tenê basa mafê neteweyî, belkû bas ji mafê hevwelatîbûnê jî bo wan nedikir.

Di rastî de pênûs şermezar e ji baskirina vê îxanetê. Tu di mala dagîrkarê Kurdistana Sûriyê de bî, û gerîlayên Kurdistana Sûriyê ne ji bo mafê Kurdistana Sûriyê, belkû ji bo armancên xwe û şerê Turkan de bidî kuştin.

Destanrêsiya Kobanê

Piştî vê ku DAÎŞ êrîşî ser Rojava û Kobanê, xelkê xwedî şeref û Kurdên wê herêmê, bi awayekî qehremanane sekinîn û berxwedanî kirin û bi alîkariya YPG, YPJ û pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, DAÎŞ têk şikest û asoya hêviyên Kurdan dê wê perçeyê de vegeşî.

Lê PKK xewn ji bo Rojava dîtibû:

Destpêkê piştî vê ku Beşar Esed ji Kurdistanê vekişiya û ew der radetsî Kurdan kir, bi vê mercê ku Kurd li wir eniya şer venekin li dijî Beşar, PKK ji riya YPG ve, ku partiyeke hezkirî ye li Kurdistana Sûriyê, bi tenê deshilatdariyê bike. Çend partiyên wie ku wekî ENKS hatibûn naskirin, nerazî bûn, PKK neçar bû ku du civînan li Hewlêr û Duhokê di gel partiyên din li wir bi rê ve bibe, da ku ew jî beşdarî deshilatê bin, lê PKK ne tenê hemû lihevkirina binpê kirin, heya bi vê yekê jî nesekinî, û di hilbijartina şaredariyan ya Kobanê de nehêla ku ew navê xwe jî binûsin.

PKK dixwaze ku wekî Kurdistana Bakûr, hemû partiyan ji nav bibe, û bi tenê hukm bike, di Kurdistana Sûriyê de, û di rastî de ew xewn bo Kurdistana Rojhilat jî dîtiye ji riya PJAK ve. Ji bo Başûr jî herwisa bû, lê Hıkûmeta Herêmê PÇDK bi neyasayî ragehand.

PKK bi vê yekê jî nesekinî li Rojava, belkû li Rojava wisa kir ku xelkê Kurdistana Sûriyê wisa nîşan bidin ku dijminê Tirkiyê ne, û di hember de, Tirkiye jî gefê li wan bixwe, û DAÎŞ berde canê wan.

Ez xatircem im ku hekî PKK wisa nekiriba, ku Tirkiye Kurdistana Sûriyê wekî dijminê xwe bizane, û PKK ji Kurdistana Sûriyê re, gef li Tirkiyê nexwariban, renge DAÎŞ êrîşî Kobanê nekiriba, ji ber ku bi baweriya min di êrîşa DAÎŞ de, ne tenê Tirkiye, belkû PKK jî tawanbar e, û ew şer bi ser xelkê bêziman ê Sûriyê de sepan, û ew aware û malwêran kirin, û dane kuştin, û niha jî dixwaze ku hukmê Kureya Bakûr û Kûba li Kurdistana Sûriyê rê bixe, û tenê bi xwe deshilatdar be, û hemiyan serkut bike, û rexne jî qedexe be, û hemû jî stûxwarê Îmraliyê bin, û heya bernameya xwarina rojane jî ji Îmraliyê wergirin.

Şerfirotina PKK bi PDKÎ

Ya ku di çend rojên borî de rû da, şaşiyeke pirr ji şerm ji bo PKK ye bo heta heta.

Xelkê Rojhilata Kurdistanê piştî kuştina Ferînaz Xosrewanî ji aliyê karbidestekî emnî ê Îranê ve, gellek çaverêyê karekî micid ji aliyê partiyan ve bû, û di rastî de nebûnaçalakiya Demokrat û Komele, rê xweş kir ku PKK rûdariyê bike, û Rojhilat wekî milkê xwe bihesibîne, û ciwanan rakêşe aliyê xwe.

Pêşmergeyên Demokrat bona vê ku bêne ser sînoran û li gel xelkê xwe ku çaveriyê xebata wan in, pêwendiyê bigrin, û bikarin bêne nav xaka xwe de, û şoreş here nav qonaxeke nû de, ji aliyê PKK ve pêşî pê hate girtin, gelo çima?

PKK ji wê demê şûnda ku Komele û Demokrat di nav bajaran de nemane, û xebata çekdarî vêde dane, PKK ji derfetê mifah wergirt û beşa sînorê Îranê li Qendîlê dagîr kir, û PJAK ava kir û got ku ji niha şûnda PJAK partiya we ya Rojhilat e, û Apo serok e û bes.

Lewra sînor daxistin, û pêşiya hatin û çûna pêşmergeyên Rojhilat girtin, û li aliyê din jî digel Îranê û Spaha Pasdaran li hev kirin, û yek peyv jî bas ji mafê Kurdên Îranê nekirin, û xebata Rojhilata paş xistin, û hemû şiyana Rojhilat xistin xizmeta Bakûr û şerê Tirkiyê.

PKK ji wê sînorê kolberan rût dike, û ew sînor ji bo gumrikê danîne, û dibêje ku Demokrat jî dixwaze ku wisa bike. Destpêkê de Demokrat kompaniyeke bazerganî nine, û partiyeke şoreşger e û eva hûn in ku gumrikê distînin û hûn in ku bazerganiyê li ser navê şoreşa Kurd dikin, û hûn in ku bazerganê madeyên hişber in bo Ewropayê. Gelo hekî ne wis aye, dahata we çi ye? Bi xatircemî ve hûn madeyên hişber bo Ewropa bi rê dikin, û dahat5a we her ew qas e, û gumrik standin e.

Xeynî vê yekê jî PKK hevpeymanê Îranê ye, û sînor jê re diparêze, û nahêle ku sînor aloz bin, û Îranê berbirûyê kêşeyan be, jibe rku Îran jî pere û kinc û dermanan dide wan.

PKK li Rojhilata Kurdistanê mêhvan bû, û xelkê rêz ji wan digirt, û ji bo wan nîgeran bûn, nûşeyên Bakur dişopandin, û xemxorê Kurdên Bakur bûn, û di newrozan de bi newroza wan şad û bi şehîdên wan jî di şer de xefetbar dibûn. Çiqas di van sînoran de alîkariya wan dikirin, û nan didan wan.

Lê PKK îxanet bi vê başitî û qenciya Kurdên rojhilat kir, û şoreşa wan vemirand, û gerîlayên wan birin Bakur û li wir dane kuştin, û nehêla ku ew di xaka xwe de şerê dagîrkaran bikin, û ji vê yekê jî xiraptir xaka di navbera Başûr û Rojhilat ku tu pêwendiya wê bi PKK ya Bakur ve nine, dagfîr kiriye û nahêle ku pêşmerge bête nav xaka xwe de, û gumrik daniye û kolberan rût dike, û ji vê jî xiraptir bûye dardestê Îranê û Spaha Pasdaran û sînorê Îranê diparêze.

Di rastî de hekî PKK digot ku şanaziya vê yekê heye ku dawxaza serbixweyiya hemû Kurdistanê dikir, niha serşorê birakujî û dagîrkirina Rojhilata kurdistanê, û îxaneta bi Kurd jê re maye.

Nivîsa han, nerîna nivîskar bi xwe ye û ajansa Kurdpa jê berpirsiyar nine.