Pirtûka “Zimanê me” hate çap û belavkirin

20:29 - 16 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Pirtûka “Zimanê me” ku ji hejmarek namîlkeyên bi zimanê Kurdî pêk tê, bi qasê 2000 cildan hate çap û belavkirin.

Ligorî rapora Kurdpa yê, pirtûka navbirî li dawiya dehika 70’yan ji aliyê “Kamran Rehîmî” nûser, lêkoler û rojnamevanê Îlamî ve hatiye nivîsandin û ji aliyê “Elî Heyat” mamostayê zanîngehên Îlam û Kirmaşanê ve hatiye çap û belavkirin.

Pirtûka navbirî bas ji pêvajûya kamilbûn û guherîna zimanê Kurdî taya Başûr dike.

Eva di demekê de ye ku çendîn kestiyên edebî ên weke Mihemedelî Soltanî, Qutbedîn Sadiqî, Xolamhusên Kerîmî Dostan, Ehmed Qazî û çendîn kesatiyên din ên edebî, pêşekiya pirtûkê nivîsandine.

Her derheq bi çap û belavbûna pirtûkên Kurdî di Rojhilata Kurdistanê de, “Îrec Êbadî” yê helbestvan, nûser, wergêr û rojnamevanê Kurd ve du pirtûk hatin çap û belavkirin.

Pirtûka “Elif – Tennaz û betal pa” ku hejmarek gotin û metelokan ji xwe digire û herweha pirtûka “Hezî Nemame sewzekanî medrese” jî bi destê vê kesatiyê Kurd ve hatiye çap û belavkirin.