Pirtûka “Ferhenga Cuxrafî ya Hewraman”ê hate çap û belavkirin

19:53 - 17 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Pirtûka “Ferhenga Cuxrafî ya Hewraman”ê ku bi qelema “Mihemed Mehmûdî” hatiye nivîsandin, hate çap û belavkirin.

Nivîskarê pirtûkê di pirtûka xwe de tekez li ser mijarên weke reh û rîşala Kurdên Hewramî û Goran û herweha hilkevt û taybetmendiyên cuxrafî, mohîtî, civakî, çandî û aborî û herweha çawaniya berhemên cotkarî ên herêma Hewramanê dike.

\"29016.jpg\"
Dr. Mihemed Mehmûdî
Dr. Mihemed Mehmûdî yê nivîskarê pirtûkê, xelkê gundê “Dimyo” ya ser bi bajarê Servabad ya Merîwanê ye. Navbirî xwediyê bawerînameya Diktora di rişteya “Cuxrafiya û bernamêrîziya rostayî” ji zanîngeha Tehranê ye û niha di zanîngeha Peyam Nûr ya bajarê Sinê waneyan dibêje.

Heya niha gellek mijar, berhemên curbicur ji navbirî di kovarên zanistî ên navxweyî û dereve û di konfirans û simînarên navxwe û derveyî welat de hatine çap û belavkirin. Hinek ji wan berheman pêk tên ji ,”Rahnimaya geştyarî ya deverên Kurdakincî ên Îranê” û herweha pirtûka “Kaweyê Asinger” ku ji aliyê Şêrko Bêkes ve hatiyen nivîsandin, bo ser zimanê Farsî wergêran kiriye.

\"29015.jpg\"