Pirtûka “ÇÎROKÊN KUNDIRÎKÊ 2” xelata netewî ya Şêx Behayî li Îranê de wergirt

15:06 - 16 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa, Wêneyên pirtûka “ÇÎROKÊN KUNDIRÎKÊ 2” û terhê wê li beşa Olempiyada neteweyî ya aborî û hunerî a Xurasanê, xelata yekem bidest xist.

Li gorî nûçegihanê ajansa Kurdpa, Wêne û karakterên vê pirtûkê ji bûkên hevîrî hatine çêkirin. Rewşa han, gavek nû li zêdekirina mifayê li aboriya hunerê ye.

Xelatî û hevkarên vê terhê hemû ji kurdên kurmanc ên Xurasanê ne ku pêk tên ji:
1. Amine Şukûhiyan Tîtkanlû, çêkera bûk û karakterên pirtûkê
2. Neqdelî Elewîferd, wêneger û şopînerê terhê bo festîvalê
3. Benûşe Elewîferd, nivîskara pirtûkê
4. Yehya Elewîferd, rûpelsaz û girafîkarê pirtûkê
5. Weşanên Emû Elewî, çapker û weşanerê pirtûkê

\"26572.jpg\"
Pirtûka “ÇÎROKÊN KUNDIRÎKÊ 2” xelata netewî ya Şêx Behayî li Îranê de wergirt
Hêjayî gotinê ye ku festîvala Şêx Behayî, yek ji sê festîvalên herî mezin li zanîngeh û dezgehên zanistî li îranê de ye.
Herweha li gor nûçegihanê ajansa Kurdpa, terhê han dîsan çend mehan berî niha li Xurasanê de jî xelatek din wergirtibû.