Pîrejinek bû qurbaniyê mayînan

15:16 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Teqîna mayîneke çandî a (şerê 8 sale yê Îran û Îraqê) li Seqiza rojhilatê Kurdistanê, hemwelatiyeka Kurd a wî bajarî nivîşkan kir. Lingekî wê jina bi temen hat jêkirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniy Kurdpa, roja çarşemî 15`ê tîrmehê, jineke Kurd li gundê Ceiferxan a ser bi beşa Zêwiye a Seqizê, bi sedema teqîna mayînekî, yek ji endamên leşê xwe winda kir.

Peyanêrê Kurdpa, li Serqizê nasnameya wê jina Kurd Heyat Reşîdiyan a teman 50 salî ragihan.

\"28191.jpg\"
Heyat Reşîdiyan bi sedema teqîna mayînekî, yek ji endamên leşê xwe winda kir
Çavkaniyeke agah li Seqizê jê vê derbareyê de ji peyamnêrê Kurdopa re gotiye: Piştî teqîna mayînê ew jin demildest rakirine nexweşxaneyê ku niha bin çavdêriya bijîşkî de ye.Her wiha hat ragihandin ku lingekî wê pîrejinê jî hatiye birîn.

Gorî raporta Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ji sala 2010-2011’an heya dawiya payîza evsal, 132 mayîn li tixûbê Qesirşîrîn li gel Îraqê, teqiyane ku di encamê de 122 kes birîndar û 13 kes jî mirin e.

Hikûmeta Îslamiya Îranê heya niha Peyman-nameya”Utara” êmze nekiriye. Ew peyman-name têkildarî qedexekirina bikaranîn û xwedî kirina mayînan e. Jiber vê zêdeyî 20 milyon mayînê çandî yên neteqiyayî li tixûbên Îranê hatine çandin ku hîna jî karbidetên hikûmetê, helwestek li sir vê pirsê negirtin e berxwe. Ew her tim bi xemsarî çav wê pirsgirêka mayînan ku bûyeran diafeirîne dikin.

Hêjayî gotinê ye, ji bîlançoya giştî ya teqîna mayînan li rojhilatê Kurdistanê ji buhara îsal (2015`an) heya niha, 5 welatiyên Kurd jiyana xwe jidest dane û 9 jî birîndar bûne.