Pîranşehr/Kurdek û 2 kes ji hêzên ewlekarî ên Îranê hatin kuştin

19:20 - 16 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Bi sedema gule reşandinekî li Pîranşehra Rojhelatê Kurdistanê, welatiyekî Kurd ê wî bajarî û du kes ji berpirsên wezareta Asayêş (Îtilaat) a Îranê hatin kuştin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa û bi gotina şahîdên li wir, roja Duşemî bervar 15’ê çileya pêşîn a 2014’an, kesek bı navê Mihemmed Îsmaîlnejad, xelkê gundê Şînawe a Pîranşehrê, bi destê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê, hat kuştin.

Bi gotina şahîdên bûyerê, hêzên îdareya Îtilaat li Meydana Mihemmed Hewraz, êrîş kirin ser Mihemmed Îsmaîlnejad û gule bi ser de reşandin.

Şahîdê bûyerê her wiha peyamnêrê Kurdpa re ragihand: Di encama wê gule reşandinê de du memûr(wezîfedar) ên ser bi wezareta Îtilaat a Îranê jî hatin kuştin lê sedem û şeweya kuştina wan nehatiye zelal kirin.

Wê jêderê amaje bi wê yekê jî kir: Mihemmd Îsmaîlnejad ku bi mihemmed Derwîş Birahîm bi nav bang e, li meydana“Şînawê“ ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê we hat kuştin.

Gule reşandina bê navber a hêzên leşkerî û Îtilaat a hiklûmeta Îslamiya Îranê ji şeqama Îstiqlal heya çarrêya 22’ê Behmen, hatin û çûyîn qedexe kiriye û pîranşehr hatiye mîlîtarîze kirin.
Tê gotin memûrên îdareya Asayêş (Îtilaat) li Pîranşehrê, sedema êrîş kirin li ser Mihemmed Îsmaîlnejad, bazirganî kirina wî bi madeyên hişbir dest nîşam kirin e.

Heya niha jî birayê Mihemmed Îsmaîlnejad ji binçavkirna hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê nefilitiye.