Pîranşehr/ Bandora rewşa xirab a aborî li ser xwendinê

20:07 - 14 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Bisedema rewşa xirab a debara jiyanê li Pîranşehra rojhilatê Kurdistanê, nêzî 500 xwedevanên dibistana navendî, ew qonaxa xwendin terikandin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hejmarek berçav ji xwendevanên qonaxa navendî a dibistanên adî ên ser bi dewleta Îranê li Pîranşehrê, seba pirsgirêkên madî ên malbatên xwe, dev ji xwendinê berdan.

Peyamnêrê Kurdpa li Pîranşehr, bi ragihandina nasnameya xwendevanên wane (ders) terikandî û navê dibistanan, got: Zêdeyî 494 hînber (şagird) ên keç û kur li xwendîngehên Pîranşehr, bi sebeba pirsgirêkên madî û rewşa xirab a debara jiyana malbatê, ji xwendinê bê par mane.

Di xişte (lîste) ya şandî de, piraniya xwendevanan, şêniyên gundan e û di qonaxa navendî (pola 3’em) a xwendinê de bûn.

\"24191.jpg\"
Seîd Peywendî: Civaknas
Hejariya malbatan, pirsgirêkên hundirîn ên sîstema perwerdeyê û nerîna nigatîv a malbatan, ji girîngtirîn sedemên terikandina xwendinê li Îranê tên hejmartin.

Seîd Peywendî wek civaknasekî li ser wê pirsê axivî û got: Durketin ji werçerixîn (dewre) a perwerdeyê zêdetir li deverên dûrketî û gundan de tê dîtin, eva di demekê de ye ku zimanê Farisî ji aliyê desthilata hakim li Îranê zal bûn û rikêfa xwe li ser zimanê din yên wî welatî de nîşan daye û xwendewanên navendên Îranê nemaze neteweya Faris, kêmtir ji xwendinê bê par dimînin.

Hêjayî gotinê ye tenê zimanê Farsî li Îranê wek zimanê perwerdeyê tê hîn kirin û armanc li gotina derbas bûyî, ferq û ciyawaziya netweyan di hikûmeta Îslamiya Îranê de ye.