Pileya duyemîn a “hilgirtina kêşê” (wezneberdarî) li ser asta cîhanê, “Kiyanûş Rostemî” ji xwe re misoger kir

21:02 - 26 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Kiyanûş Rostemî werzişvanê rişteya “Hilgirtina kêş” yê xelkê parêzgeha Kirmaşanê, di kêbirkêya cîhanî ya bajarê “Hiyoston” a welatê Amerîkayê de, karî ku pileya duyemîn ji xwe re misoger bike.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, Kiyanûş Rostemî di kêşa 85kg de, karî di du qonaxan (Hereket) de rêkorda 387 Kîloyî tomar bike, û pileya duyemîn a cîhanê di rişteya werzişî ya “Hilgirtina Kêş”ê de ji xwe re misoger bike.

Nabvirî di hereketa “Yek zerb” de karî 173 Kîloyan ji erdê rake û medalîya Boronz ji xwe re bibe û, Herweha nûçegehaniya “Îsna”yê ragehand ku Kiyanûş Rostemî kariye di wan kêbirkêyan de, du medaliyayên “Boronz” bo xwe misoger bike.