Pêşnimêjê roja înê li Mahabadê tohîn bi xwenîşanderên wî bajarî kir

20:26 - 11 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Nûnerê Xamineî (welayetê feqîh) û melayê mizgefta mezin ya bajarê Mahabadê, xwenîşanderên ku bi boneya mirina bi guman ya Ferînaz Xusrewanî, çalakî li darxistibûn, bi kesên mifah xwaz û peyrewên ragihadinên dij bi hikûmeta Îranê bi nav kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Qadir Suhrabî Nûnerê Xamineî (welayet feqîh) û pêşnimêjê roja înê li mizgefta Cami ya Mahabadê, çalakvanên nerazî yên ku agir berdabûn otela Tara ya wî bajarî, bi kesên mifah xwaz û yên şûna derfetan digerin, destnîşan kirin.

Wî Pêşnimêjê cûmeyê di hevpeyvîn ligel nûçegihaniya Mêhr a ser bi hikûmeta Îranê got:”Bûyera mirina Ferînaz Xusrewanî ev qas bi girîng nebûye, heya pirsên ewlekarî bi dû xwe da bîne.

Ew gotinên pêşnimêjê sune yê ser bi hikûmeta Îranê (nûnerê Xaminî) di demekê de ne ku bi gortina şahidên nêzî bûyerê, xwenîşandan (7`ê gulanê ya Mehabadê) bi awayekî hêminane bi rê ve çûbû, lê ew hêzên ewlekarî yên ser bi hilkûmeta Îranê bûn ku bi gule reşandin bi ser hemwelatiyan re, atmosfera deverê bi şer û pevçûnan dan guhertin.

Her girêdayî wê mijarê Heyderî dozgerê giştî yê parêzgeha Urmiyê jî, di hevpeyvînekî li gel nûçegihanên hundirê Îranê, doseya Ferînaz Xusrewanî tiştek ku elaqedar bi navendên ewlekarî be, neda zanîn.

Heyderî herwiha amaje bi vê yekê jî kiribû : 20 peyam û nameyên kurt ji aliyê tometbar bo Ferînaz Xusrewanî hatine şandin, lê tu belgeyek li ser destdirêjî bi wê keça Mahabadî nehatine sabit kirin, Herwiha otopsî û bizîşk yasayî jî tecawizkirina bi wê keça Mahabadî piştrast nekiriye.

Dîsa têkildarî wê bûyerê pêştir jî Radifer cîgirê parêzgarê Urmiyê, ew xwepêşandan û nerazîbûna hemwelatiyan bi piştigiriya girûpên opozisyon ên dijberî hikûşmeta Îslamiya Îranê re elaqedar kirbû. 

Hejmarek lêkolînerên siyasî ser vê baweriyê ne ku girêdana wan bûyeran bi saziyên dijberên hikûmeta Îslamiya Îranê re, ji aliyê wî welatî xwe ve biqest tên encam dan, daku azadî û serbestiya hemwelatiyan bidin tepeser kirin.