Pêşangeha balindeyên koçer li Merîwanê+Wêne

14:50 - 18 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Bi boneya roja cîhanî ya balindeyên koçber, pêşangeheke wêneyan li Merîwana Rojhilatê Kurdistanê hat lidar xistin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Encûmena Kesk a Çiya ya Merîwanê, bi armanca nasandina zêdetir ya cîhana balindeyan û hewcehiya parastina jîngeha wan û xurtkirina kerta geştiyarî(Ekotorîsm) li Kurdistanê de, pêşangehek vekir.

Di wê pêşangehê de 28 cureyên firendeyên avî û yên di xwezaya hişk a Mrîwanê de dijîn, di çarçoveya 36 tabloyên berheman de ji beşdaran re hatin nîşandayîn.

Ew pêşangeh dê heya Sêşemî (sibê) 19`ê Gulanê li nîgarxaneya bajarê Merîwanê de dom bike.

Bajarê Merîwanê bi munasibeta gola Zirêbar, wek mezintirîn jîngeha balindeyên Îranî tê hesibanidin, lê mixabin heya niha pir bi kêmî ketiye ber lêkolîna balindenasên Kurdistan û Îranê û li vê derheqê de gelek bi xwemsarî ve tev geriyane.

Gola Zirêbar û derdora wê hersal, bi dîtina zêdeyê 150 cure balindeyên xwecihî û koçer re berbirû dimîne.

\"26569.jpg\"

\"26570.jpg\"

\"26571.jpg\"

\"26566.jpg\"

\"26568.jpg\"

\"26567.jpg\"

Wêne: Encûmena Kesk a Çiya li Merîwanê