Pergal û rewşa zimanê Kurdî

14:39 - 9 Hezîran 2015
Unknown Author
Samî TAN

Ligel pirs û pirsgirêkên zimanê me, pirs û pirsgirêkên zimanzanên me jî gelek in. Serê pêşîn wekî hemû kurdan ew jî ji perwerdeya akademîk a li ser zimanê kurdî bêpar in. Her yek li welatekî li warekî cuda û bi zimanekî cuda perwerde bûye. Ji ber vê yekê bivê nevê di bin bandora zimanê ku pê perwerde bûne de mane. Wekî her warê xebatê ev rewş bandora xwe li ser xebatên wan jî dike. Berî her tiştî her yek zimanê kurmancî bi aliyekî ve dikişîne.

Her çiqas xebatên Celadet Bedirxan rê li ber aloziyeke mezintir girtibe jî li ser wî bi xwe jî bandora zimanê fransî berbiçav e. Berê bi tenê di nav sînorên pênc dewletan de kurd hebûn, niha li Ewropayê jî gelek kurd dijîn û li welatên Ewropayê jî li ser zimanê kurdî gelek xebat tên kirin. Hin caran dema ku e-mail ji hinek hevalên ji Almanyayê dihatin, me didît ku cînavkên ku serenavan nîşan didin jî mezin hatine nivîsandin. Wekî ku bibêje, “Her wekî We jî diyar kiribû…” an jî “Gelî birayan hûn jî dizanin ku…” Me pêşî tu wate neda vê yekê lê piştre em pê hesiyan ku ev taybetiyeke zimanê almanî ye.

Her wiha bilêvkirina peyvên ku ji zimanê ewropî hatine jî ji bo me pirsgirêkeke din e, me forma wan a li gorî frensî di ser tirkî re wergirtiye, kurdên Başûr û Rojhilat bilêvkirina îngilîzî di ser zimanê erebî û farisî re wergirtiye. Her wiha di nivîsandina navên miletan, zimanan, bîr û baweriyên olî û siyasî de dubendî heye. Ji ber ku di zimanê fransî de serenav û hevenavan ji zimanên din cuda hildigire dest û Celadet Bedirxan jî li ser şopa fransî çûye ev dubendî derketiye holê. Niha gelek kes bi bandora tirkî ji vê riyê avarê dibin û wekî tirkî navên miletan, zimanan, bîr û baweriyan mezin dinivîsin. Tevî ku di fransî de biçûk tên nivîsandin û di Hawarê de jî wisa hatine nivîsandin jî. Ev rewş di warê vegotin û şîrovekirina rêz û rêçikên zimên de jî gelek aloziyan ji me re çar dike.

Hinek têgihên ku ji zimanê din hatine wergirtin, tevî ku li zimanê me nayên jî li ser zimanê me tên ferzkirin. Nemaze hin heval û hogirên ku li Almanyayê li ser zimanê kurdî dixebitin radibin bêjeyên mîna nomînatîv, akûzatîv, datîv, genitîv dixin zimanê me. Heman helwest di hinek lêkolînerên di bin bandora tirkî de jî balê dikişîne. Ew jî di zimanê kurdî de li “ismin halleri (rewşa navdêran)” digerin. Dema ku mirov bala xwe dide zimanê almanî mirov dibîne ku navdêr û cînavk di vî zimanî de di çar rewşan de derdikevin pêşberî mirov; nomînatîv (wekî kirde), akûzatîv (wekî bireser), datîv (wekî têrker) û genîtîve (wekî xwedîtî). Di van rewşan her yekê de navdêr û cînavk rengekî cuda digirin. Di tirkî de di pirtûkên dibistanê de dihat gotin ku navdêr û cînavk di pênc rewşan de derdikevin pêşberî mirov; ismin yalın hali, ismin –i hali (yuklenme hali), ismin –e (yonelme) hali, ismin –de (bulunma) hali, ismin –den (ayrılma) hali… Ev têgih ji zimanê latînî tên û taybetiya wî zimanî nîşan didin. Ji vê pergalê re di îngilîzî de “case sîstem (pergala rewşê)” tê gotin.

Ev taybetî di tirkî de heta radeyekê heye lê di kurdiya îroyîn de rewş hinekî cuda ye. Di kurdî de nameze di kurmancî de rewş bi alîkariya daçekan pêk tê. Daçek jî bi tenê navdêr û cînavkan dixin forma tewandî, wekî din bandorê lê nakin. Lewma jî ev rewş li zimanê me nayên. Her çiqas hinek têgih di hemû zimanan de hevpar bin jî ziman di gelek waran de ji hev cuda dibin. Di zimanê me du rewşên sereke hene; xwerû û tewandî. Ji bilî van rewşan, rewşa banglêkirinê û rewşa nebinavkirinê jî di zimanê me de hene.

Bo nimûne rewşa banglêkirinê di zimanê tirkî de nîne û rewşa nebinavkirinê jî bi alîkariya hejmara “bir” pêk tê. Loma jî pêwîst nake ku em hinek taybetiyên zimanên din li zimanê xwe ferz bikin. Helbet ji bo xebatên zimanzaniyê pêdiviya me bi van têgihan heye lê belê divê em wan li ser zimanê xwe ferz nekin.

Nivîsa han, nerîna nivîskar bi xwe ye û ajansa Kurdpa jê berpirsiyar nine.