-Perde li ser peykerê hunermendê kurd Hesen Zîrek hate rakirin

14:50 - 17 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Peykerê hunermend û stranbêjê navdar yê Kurd Hesen Zîrek, li ser mezarê wî hat çikandin.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja borî peykerê sê metrî yê stranbêjê binav û deng yê Kurd Hesen Zîrek li girê “Nale şikêne” ya hilketî di nawenda bajar de li ser mezarê wî hat danîn.

Peykerê hank u ji aliyê hunermend û peykersazê Kurd yê xelkê Bokan`ê (Rêbîn Heyderî) ve hatiye durist kirin, pêşkeşî xelkê Bokanê û ruha hunermend Hesen Zîrek hate kirin.

\"26574.jpg\"
Peykerê Hesen Zîrek li ser qebra wî hat danîn
Rêbîn Heyderî xwedî bawernameya master (foq lîsans) di warê çêkirina heykelan de ye. Wî ew bawername li zanîngeheke bajarê“Philadelphia” ya Amerîkayê bi dest xistiye.

Hêjayî gotinê ye ku peykersazê Kurd Rêbîn Heyderî piştî hewldanên 6 mehî, peykerê hunermend û dengbêjê binav û deng ê Kurd Hesen Zîrek li ser mezarê wî çikand ku li ware kowalîtî û mezinî ve, kêmwêne ye.

Li gor nûçeyan, merasîma çikandina peykerê Hesen Zîrek bi “bêy haydarkirina berê” ya xelkê hate encamdayîn, lewre jî hejmarek kêm ji hevwelatî û hunermendên kurd têde beşdarî kiribûn.

Hesen Zîrek payîza 1921`an (1300 a Rojî) li gundê “Hermîle” ya ser bi Seqizê hatiye dinê. Wî serdemê ciwaniya xwe li radiyo Bexdada Îraqê stran gotine.

Ew hunermend û stranbêjê navdar yê Kurd bi caran ji aliyê nawenda îstixbarat (Sawak ) a Îranê li serdema paşatiyê de hatibû girtin û îşkence dayîn. Hesen Zîrek di salên1962 heya1965`an (1341-1343) de bi radyoya Kirmaşanê re jî alîkarî kiriye.

Ji navbirî zêdeyî 1300 berhemên hunerî yên stranan weke yadgar bi cih mane. Ew bi yek ji hunemendên herî hezkirî di nava Kurdan de tê hesibandin.

Zîrek tîrmeha sala 1972`an (1351) bi sedema nexweşiyekê li Bokanê koça dawiyê kir.

Wêne: Ziryan