Pençeşêra mezhep û desthilatiyê
15:17 - 6 Hezîran 2015
Unknown Author
Elî Roj
Roj bi roj Rojhilata Navîn di nava agirê şer û pevçûnan de dişewite. Agirê ku bi destê hêzên desthilatdarên herêmê û hêzên ku desthilatiya xwe li ser cîhanê didin meşandin.
Ji destpêka şoreşa Sûriyê de destê rejîma Îran û Tirkiyeyê di nava dewleta Sûriye de ye û bi hemû hêza xwe ev herdu dewlet vî şerê ku tê meşandin bi rê ve dibin û bê sînor destekê ji hêzên çete re pêşkêş dikin. Gelo çima dewleta Îran û Tirkiyeyê vê destekê didin? Gelo ev desteka ku tê dayîn beramberî wê qezencên van herdu rejîman çi ne?
Dema ku mirov van pirsan û gelek pirsên din bike û bixwaze li bersiva wan bigere, bê guman di serî de mirov wê bibîne ku peywendiyên rejîma Îranê bi rejîma Sûriyê re ne ji îro ve ne û ev peywendî dîrokî, mezhebî û xwedî menfeatên hevbeş in. Ji ber ku eniya şer ji bo Îran û tirkiyeyê îro Sûriye ye û herdu hêz li gorî berjewendiyên xwe rewşa Sûriyê tevdidin. Dema ku Îran vê yekê dide meşandin û hêzên xwe li her deverî bi cî dike û rewşên heyî di serî de li Sûriye, Îraq û Yemenê di bin destê xwe de digire, bi vê yekê dixwaze ku ji hêzên serdestî cîhanê re û di serî de Amerîka, Îngilîz û Îsraîl re bibêje bê ku hûn bi min re bikevin nava îtifaqan û li gorî daxwazên min nemeşin ne gengaz e ku hûn ji vê rewşa heyî derbikevin. Li milekî din jî dewleta Tirkiye ya ku sînorên xwe bi şev û roj li pêşiya çeteyên DAIŞ’ê vekirî hiştiye û bê sînor desteka xwe dide çeteyên DAIŞ’ê û hertim li bendê bû ku Rojava bi tevahî bikeve destê çeteyên DAIŞ’ê de û ji bona vê yekê çi ji destê wê tê dikê. Rastiya van hêzên ku desthilatiya xwe li ser Kurdistanê û herêmê didine meşandin êdî ji herkesî re bi rengekî aşkere hatiye xuyakirin.
Bi vî awayî mirov dikare bibêje ku hêzên desthilatiya xwe li ser herêmê didine meşandin, her hêzek dixwaze para mezin bi destê xwe ve bîne û li gorî vê yekê tevdigere û planên xwe jî li gorî vê yekê dihûne. Di serî de rejîma Îranê, Tirkiye, Qeter, Erebistana Siûdî û rejîma Esed ev şerê ku îro li Sûriyê û Rojava tê meşandin xizmeta van hemû hêzan dike.
Di rewşa heyî de yê ku fatûreya vî şerî dide gelê ku li van waran dijîn û roj bi roj li ber rehma mirin û bê wicdaniya dijminê mirovahiyê ye. Bê rehmî û bê wijdaniya netew dewletên ku bi destê kapîtalîzmê hatine avakirin û herêm tevahî bi destê wan hatiye parçekirin, ji bona ku desthilatiya xwe bi rengekî hesanî bidine meşandin û li gorî xwe herêmê bi rê ve bibin. Di nava sînorê van dewletan de jî hemû kêmnetewên heyî û di serî de gelê Kurd rastî qirkirin, şidet û asîmîlasiyonê tên. Ji ber vê yekê rewşa ku tê jiyîn li holê ye û şerê ku îro li Rojava û Sûriyê tê meşandin di serî de van hêzên ku şerê xwe derbasî Sûriyê û Rojava kirine û dixwazin her deverî bikin qada şer û pevçûnan. Ji lewra mirov baş dibîne ku destê Îranê di hemû derî de heye û li her deverî û li gorî berjewendiyên xwe tevlîheviyê çêdike.
Ji ber vê yekê êdî şer bûye şerê desthilatiyê û şerê mezheban û her mezhebek dixwaze mezheba din qirbike û hetanî qirkirina netewî dirêj dibe. Ango mirov li ser nasnameya wî tê kuştin û tê koçberkirin. Li Sûriyê dema ku mirov rewşa dawî ya ku li Helebê binirxîne ev yek dide xuyakirin ku Sûriye ber bi parçebûnekî ve diçe, ji milekî ve hêzên sunî yên tûndrew yên ku serkêşiya wê DAIŞ û Elnusra û hêzên islamî yên tûndrew dikin û Sûriye veguhirandine dojehê û li her deverî kuştin, wêran û koçber û li milê din jî rejîma Baasê bi zihniyeta xwe ya ku tu cudabûna xwe ji ya van hêzên tûndrew nîne, ew jî heman siyaset û rêbazê dide meşandin û her roj fatûra vî şerî zêde dibe û gelê bê sûc û guneh hesabê wê dide. Rejîma Sûriya û bi desteka Îranê xwe mîna nûnerê şîa dibîne û xeyalê wan ew e ku desthilatiya xwe li Rojhilata navîn pêk bînin û xeyalê xwe yê hîlala şiîyan bi cî bîne.
Di serî de Amerîka, Îngilistan û Îsraîl desthilatiya xwe li ser cîhanê û herêma Rojhilata navîn didin meşandin û Rojhilata navîn kirine mîna dojehê. Ji milekî ve Rojhilata navîn kirine mîna bazarekî û bê sînor çekên xwe difroşin van hêzan. Bi van rêbazên xwe hiştine ku dewletên mîna Siûdiyê, Îran û Iraq bikevin nava pêşbaziyê û her yekî ji van dewletan di çerçoveya şerê mezhebî û şerê desthilatiyê de dixwazin li beramberî hêza din xwe bi hêztir bikin. Ji bona vê yekê hêzên serdest hem şiîyan û hem jî suniyan di dengekî de dihêlin û ji bona herdu aliyan jî çekan didin û wan li hemberî hev gurdikin.
Ji ber vê siyaseta ku îro di serî de li Sûriyê, Iraqê û Yemenê tê meşandin rewşa heyî berû pêşerojeke nediyar ve dibe û hemû kêmnetewên ku li van welatan dijîn di serî de asûrî, kurd û êzidî rastî qirkirina çandî, siyasî û hebûna wan her tim di rewşeka xeternak de ye.
Şerê ku îro di serî de di nava hêzên mîna Amerîka, Îngilîz û Rûsya de bûye şerê desthilatiyê, ev şer di nava hêzên herêmî de jî di heman wateyê de ye. Şerê desthilatî û hem jî mezhebî bi hevre dimeşînin. Lê ne qedera me ye ku em hertim di nava şer û wêranê de bijîn, ne qedera me ye ku welatê me tim ji bona çiqarên hêzên biyanî wêran bibe û em bibin ardûyê agirê hişmendiya netew dewletê û celadên ku mîna kabosekî jiyana mirovahiyê her tim di nava lepên mirin û penceşêrê de dinalin û diqîrin bê ku kes guh bide dengê wan û bi wan bihise. Ji ber vê yekê pêwîst e ku hemû mirovên aştîxwaz bê ku cudabûnê têxin navbera ol, mezheb û netewên xwe, mil bi mil destê xwe bidin hev û ji bona rojên azad û demokrat li hemberî dijminê mirovahiyê û jiyana azad rawestin.
Jêder: Xendan