Pêleke nû ya gazîkirina rojnamevanan di Îranê de dest pê kir

20:45 - 5 Gulan 2016
Ajansa Kurdpa: Wezareta Îtila’ata Komara Îslamî ya Îranê careke din hejmarek rojnamevan gazî nawendên xwe kirin, û eva jî bûye sedema nîgeraniya civaka rojnamevanan di Îranê de, û pirsyara vê yekê dikin ku, çima Wezareta Îtila’ata Dewleta Rûhanî wan gazî dike.

3 rojnamevanên ku li Tehrana Serbajarê Îranê karê rojnamevaniyê dikin, ji rêya “Kempêyna Navnetewî ya Mafê Mirov di Îranê” de ragehandin ku, di çend rojên derbazbûyî de ji aliyê Wezareta Îtila’ataî Îranê ve bona civîna tevî rayedarên Îtila’atê li hotêla “Lale” ya Tehranê hatine gazîkirin, û hinek ji wan rojnamevanan jî bo Ofîsa Bidûreçûn ya Wezareta Îtila’atê li Çar rê ya “Welî Esr”ê hatine gazîkirin.

Yek ji wan rojnamevanan ku jin e dibêje ku nimare telefonek nenyas heyamê Çend rojan û rojê çend caran zeng bo min lê dida û min bersiv nedida, piştî çend rojan ez neçar mam û min bersiv da û wî gote min ku, ez hevkareke Wezareta Îatila’atê me û gerek me civînek dostane bi hevre hebe.

Ew rojnamevan jî dibêje ku di civînê de kesê ku xwe bi navê hevkarê Wezareta Îstila’atê dabû nasîn, ji min re got ku, “Xeta Sor nehatiye guherîn, careke din xwe nexapînin, tu kes nikare karekî ji we re bike û bigehe hevara we, wusa hizr nekin ku niha pêkhateya Meclisa Îslamî bi qazancê çaksazîxwazan hatiye guherîn êdî tîştek ecêb qewimiye, vê yekê baş bizanin ku hûn di bin çavedêriya me de ne, reng e heya midehek din nehên destbiserkirin, lê xatircem bin ku hemû kar û kiryarên we wê herin ser Keysa (Perwende) we.

Eva di demekî de ye ku çend rojan berî niha serkomarê Îranê Hesen Rûhanî pêdagirîliser qebûlkirina “Bîrûrayên cuda” kir û ragehand ku, êdî rexnegir nahên destbiserkirin, rexnegir nahên zîndanîkirin, belkê rexnegir nî’met in.

Rojekî piştî van gotinên Hesen Rûhanî jî, rêberê Komara Îslamî Elî Xamineyî ragehand ku, qebûlkirina bîrûrayên cuda, gerek yek ji pîvanên herî mezin ên nifşa dahatî di civaka Îranê de be.

Xamineyî zêde kir ku dibe rexnegirtin di Îranê de bingehîn bibe, jiber ku her kes di Îranê de rexneyekî digire, bi misteke Asinîn li Sîngê wî/wê tê xistin û eva jî bi wateya qebûlnekirina bîrûrayên cuda tê.

Eva di demekî de ye ku Îranê bi binçavkirina 37 rojnamevanan, bi yek ji 5 girtîgehên herî mezin ên cîhanê tê hesibandin ku rojnamevan û çalakên ragehandinî tê de hebs in.