Pêla vexwendina çalakvanên mesebî bo navendên ewlekarî dest pêkir
15:57 - 16 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya zext û givaşên hêzên ewlekarî ên Îranê bi ser çalakvanên olî –meshebî de, dîsa endamekî tevgera Mekteba Quran, bo navenda ewlekarî a Sine hat bangkirin.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja yekşemî 14`ê hezîranê, Muslêm Îbrahîmî çalakvanê mezhebî yê Kurd li Sineya rojhilatê Kurdistanê, bo îdareya îstixbarat (Îtilaat) a wî bajarê hat vexwendin.
Tê payîn li wê navenda ewlekarê, liser bîr û baweriya navborî, herwiha karûbarên rêxistina Mekteba Quran pirs û lêkolîn ji wî hatibin kirin.
Gorî çavkaniyeke agah a nûçeyan li Sine, navendên ewlekarî ên ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê, ji wî çalakvanê olî xwestine daku dev ji Mekteba Quran berde.
Pêştir jî Şîraz Omerî wek endamekî din ê Mekteba Quran, ji aliyê navenda ewlekarî a Serdeştê ve hatibû gazîkirin.
Mekteba Quran rêxistineke olî li rojhilatê Kurdistanê ye ku endamên wê xwe pêyrewên şopa Ehmed Muftîzade, rêberê oxirkirî yê wê tevgerê desnîşan dikin.
Ew tevger xwegirêdayî tu aliyên siyasî nizan e. Mekteba Quran karûbarên xwe têkildarî paqijkirin û tezkiyeya rûhî dide xuyandin.